Di bûyerek hatûçûnê de 7 kesan jîyana xwe ji dest dan

Di encama wergeryana otomobîlekî li sêrêya Şareban-Xaneqî – Baqube de, 7 kesan ji yek malbatê jîyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan - Serokê encûmena şaredarîya Şarebanê Ednan Mihemed ji BasNewsê re got: ‘’Şeva borî 09.02.2020ê otobûsek nêzîk sêrêya bajarokên Şareban û Xaneqîn û Baqube de, dema otomobîleke din li hember tê wergeryaye.

Herwaha got: ‘’Di encama bûyerê de dayîk û bav û 5 zarokên ji yek malbatê jîyana xwe ji dest dane û 5 kesên din jî ku kesûkarên yek in, birîndar bûne.’’

Basnews

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e