Di çarçoveya efûkirinê de 19 girtiyên DAIŞê li Kobanî hatin berdan

Li Kobanî, di çarçoveya efûkirinê ya Rêveberiya Xweser de, asayîşê 19 girtiyên girêdayî DAIŞê berdan.

 

Li ser daxwaza Meclîsa Sûrî ya Demokratîk (MSD), biryara efûkirinê hate dayîn û xuya ye hejmareke din jî ji girtîyên ku hîn nehatine dadgehkirin jî werin berdan.

Li gor berpirsên têkîlîyan yên Rêvebirîya Xweser, ew girtiyên ku hatin berdan, di kuştina hemwelatîyan de cîh negirtine û herwiha nîva cezayên xwe qedandine.

Piraniya kesên ku hatine berdan ji bajarokê Sirînê bûn ku dikeve başûrê Kobanî. Ew girtî ji aliyê malbatên xwe û rihsipîyên civakî hatin pêşwazîkirin.

Rihsipîyên civakî û serokên eşîran, ku di heman demê de bûn kefîl ku ew kes bikarin vegerin civakê û ji ramanên terorê dûr bikevin.

Hêjayî balkişandinê ye ku berdana wan kesan ne bi razîbûne gelê deverê ye, taybetî jî malbatên ku êş û azar ji destê DAIŞ'ê dîtine ji biryarê aciz in.

Lê Rêvebeirîya Xweser piştrast dike ku berdane wan ji bo hêzkirina têkilîyan bi hemî pêkhatiyên civakê re ye ku dever bikare di nava aramiyê de bijî.

 

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne