Di cejnê de êrîşên hovane yên li ser goristanan!

Li Taxa Sîsê ya navçeya Licê ya Diyarbekirê malbat dema çûn ser goristana bi navê “Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hevîdar”, dîtin ku goristan hatiye hilweşandin.

Li Taxa Sîsê ya navçeya Licê ya Diyarbekirê malbat dema çûn ser goristana bi navê “Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hevîdar”, dîtin ku goristan hatiye hilweşandin.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di sala 2015an de jî li dijî heman goristana ku bêhtir cenazeyên PKKyiyan lê hatine spartin êrîş dewam dikin.

Hat ragihandin malbatên bi boneya Cejna Remezanê çûn ser gorên zarokên xwe, rastî rûxandina gorên zarokên xwe hatin û dîtin ku kêlên goran hatine şikandin û bi balyozan goristan hatine rûxandin.

Malbatan li dijî vê kiryara berî cejnê rû daye bertek nîşan dan û ev kiryara hovane ya li ser miriyan tê kirin şermezar kirin.

Kurdîstan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Parîsê Seredana Nûneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Fransayê Kir
Heyeta PWKyê  Li Parlamentoya Hollandayê Li Gel VVD (Partîya Gel a Azadî û Demokrasîyê) Hevdîtinek Pêk Anî
ZAXO - Keçeke din a Kurd a Êzidî hat rizgarkirin
Hosteya dawî ya qir û qafikan: 45 sal in vî karî dike
Ji bo 2 pirtûkên Weşanên Aryenê biryara komkirinê hate dayîn