Di civînekî hevbeş de Tirkîyê û Îran di derbarê bûyerên li Kerkûkê beyan dan

.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan derbarê bûyerên Kerkûkê ragihand ku ew bi xemgînî bûyerên li bajêr dişopînin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê  Hakan Fîdan li Tehranê bi Wezîrê Karên Derva yê Îranê Huseyn Emir Ebullahiyan civiya û li wir daxuyanî da.

Hakan Fîdan derbarê rewşa bajrê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê axivî.

Hakan Fîdan got, “Em bûyerên li Kekûkê bi xemgînî û fikar dişopînin ku ew welatê Tirkmenan e.”

Fîdan diyar kir ku aramî û ewlehiya li Kerkûkê tesîrê li ser aramî û ewlehiya tevahiya Îraqê dike û got:

“Em Kerkûkê wek sembola çanda jiyana hevpar a bi hev re ya di nav aştiyê de dibînin."

Fîdan herwiha îdia kir ku hêza PKKyê li Kerkûkê zêde bûye û bangî rayedarên Îraqî kir:

“Hebûna PKKyê di van demên dawiyê de li bajrê (Kerkûkê” zêde bûye û em ji meqamên Îraqê daxwazin ku bilez dawiyê li wê hebûnê bîne.”

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan
Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê kir
Ji zanîngeheke Amerîkayê biryareke dîrokî: Êdî komkujiyên li hemberî Kurdan tên arşîvkirin
Netanyahu: Îran gefeke mezine li ser Cîhanê
Barrot: Herêma Kurdistanê faktoreke girîng a ewlehiya herêmê ye