Di dema serkuta xelkê de hejmarek efserên Îranê hatine kuştin

.

Li nav xwenîşandana seranserî li Îran û Kurdistanê, çendîn efserên piledar yên rejîmê hatine kuştin

Roja Sêşemî 24ê Xezelwera 1401an a Rojî, di dema xwenîşandana seranserî li bajarên Kurdistan û Îranê çendîn hêzên rejîmê di dema serkutkirina xelkê de hatine kuştin.

Li bajarê Kamêranê terorîstê rejîmê yê bi navê “Riza Azerbar” û piledarê Spaha Pasdaran a terorîst hate kuştin.

Li bajarê Bokanê jî piledarê rejîmê yê bi navê “Riza Elmasî” bi destê serhildêran hate kuştin û navbirî bi pileya “Sertîb duyem” bû.

Li bajarê Şîrazê jî besîcek Spaha Pasdaran a terorîst yê bi navê “Mihemed Mevîdî” hate kuştin.

Tê zanîn ku ew besîcê Spahê tektîravêj bûye û gelek xelkê serhildêr bi çeka tektîra wî bûne bi armanc.

Çavkanî: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Heyeta DEM Partiyê çû Rojava da tevlî konferansa netewî bibe
Nadine Maenza: Şam ji bo avakirina hevgirtina civakî dikare ji Rojavayê Kurdistanê sûdê wergire
Brîtanyayê cezayên li ser wezaretên Parastinê û Karên Navxwe yên Sûriyeyê rakirin
Fesla Yûsif: Em dê mizgîniyê bidin gelê xwe
QAMIŞLO - Komkujiya Ermenan di 110emîn salvegera xwe de hat bibîranîn