PAK di encama xebatên Komîsyona Dîyalogê û Hewldana Partîyeke Kurdistanî de di roja 18.10.2014an de li Amedê hate damezrandin. Di roja 11.12.2014an de jî wekî partîyeke resmî li Tirkîyê hate qebûl kirin.
Belê di demeke ku guhertinên dîrokî pêk tên PAKê jî du salê xwe temama kir.
Di vê du salîya xwe de PAKê di doza azadîya Kurdistanê de xebateke bi rûmet meşandîye û di rojên pêş de dê roleke hîn girîngtir jî bilihîze.
Gelek bûyer û pêşketinên girîng di vî du salî de rûdan.
Nuha jî li başûrê Kurdistanê ji bo rizgar kirina Mûsilê şerekî dijwar destpêbûye.
Ez hêvî dikim ku ev şera derî li serxwebûna başûrê Kurdistanê veke. Ev bedelên ku gelê me didin, bila vê carê bi Kurdistaneke azad û serbixwe bigihêj armanca xwe.
Dîroka Kurdistanê aşkere kirîye ku, bakurê Kurdistanê tesîreke xwe ya girîng û esasî li ser a her çar perçeyên Kurdistanê heye. Gava ku li bakurê Kurdistanê balansa sîyasetê bê guhertin, dê tesîreke mezin li perçeyên din jî bike.
Em partîyan bakurê Kurdistanê divê bi hişyarîyê li xebatên xwe û li girîngîya hêzeke xurt ya li bakurê Kurdistanê binerin.
Jiber wê jî damezrandina PAKê li bakurê Kurdistanê gelekî girîng e; lê ya girîngtiir jî ew e ku, em partîyeke xurtir bikaribin ava bikin.
Bi vê perspektîfê ez dixwazim di du salîya PAKê de behsa PAKê bikim.
PAK navê ekoleke nû ye
Damezranêrên PAKê ew kadro bûn ku bi salan di reya azadîya Kurdistanê de keda wan hene; lê PAK bi gotar û sîyaset û helwest û xebata xwe partîyeke nuh e.
Helbete ya rast ewe ku ne em xwe bi xwe behsa PAKê bikin;, lê yên ji derveyî me ne, gelê me bi xwe divê PAKê binirxînin.
PAK di du salan de, li gel hemû kêmayî û pirsgirêkên xwe jî, bi ekola xwe, bi şêweyê xebatên xwe, bi helwestên xwe, bi gotarên xwe, bi afirandina sîyaseta xwe ve di siyaseta bakurê Kurdistanê de bûye navendeke esasî.
Helbete ku dikarîbû hîn baştir, xurtir û mezintir bûya. Lê ewqas ji destê me hat; kêmayî û xeletî jî, serkeftin û pêşketin jî yên me ne.
PAKê di birêvebirina navxwe û di raya giştî de zimanê Kurdî wek zimanê bingehîn bikaranîye û Kurdî di temama daxuyanî û nivîsên navxweyî de zimanê resmî yê PAKê bûye.
PAK roja çarşema sor li gundê Êzîdiyan, roja aşureyê bi Elewiyan re bû; roja hêkesorê li dêra Xiristiyanan,di hemû cejnên misilmanan de bi gelê me yê misilman re bû.
PAK ji bo protestoya îdam kirinên ciwanên Kurd li ber Konsolosxaneya Îranê bû, jibo kuştina keça Kurd Ferînazê, li gelek bajarên Kurdistanê li qadan bû. Ji bo Qamişlo û Kobanê daket qadên bajaran, ji bo Şengalê daket kuçeyên.PAK li Robozikê, li Pirsûsê bû.
PAKê di Newrozê de li ber Kela Wanê bi beşdarîya girseyeke berbiçav bi ala Kurdistanê agirê Newrozê geş dikir, Newroz pîroz kir.
Di şerê li nav Sûr a Amedê de gelê me zerareke mezin dît. PAKê alîkarîya xwarin, betanîyê û cil û berg gîhand 2000 malbatên mexdûrên Sûrê.
PAKê ji demezradina xwe heta îro, di derbarê rojên taybet yên dîrokî , serhildanên kurdan de û ji bo bibîranîna şehîdên Kurdistanê de gelek konferans, semîner û çalakî lidar xist . PAKê rola peymanên wekî Sykes-Picot û Lozane di dîroka Kurdistanê de careke din anî rojevê û helwesta xwe ya Kurdistanî di derbarê van peymanan de nîşan de. Wekî sembola netewî di hemû çalakîyên xwe de PAKê ala Kurdistanê liba da û wekî prensîb, çalakî û civînên xwe bi sirûda netewî ‘’Ey Raqîb’’ê destpêkir.
PAK li welatên Ewrûpayê jî bi çalakî, rêxistin û xebatên ve bûye deng û rengekî nû. PAKîyên Ewrûpayê li gelek welatan bûne nimûneya PAK a ku em tarîf dikin.
PAK partîya fedekarên Kurdistanê ye. Bi aborîya xwe, bi afirandina sîyaseta xwe, bi rêvebirina xwe partîyeke serbixwe ye.
PAK bi îmkanên xwe heta îro bi awayekî mutewazî bi kujekî barê doza azadîya Kurdistanê girtîye, lê di eslê xwe de bûye dengê bi milyonan bêdengan.
PAK berdawîmîya tradîsyoneke 200 salî ye
PAK dîrokê ji xwe nade destpê kirin; bi xwe jî naqedîne; rêzê li hemû ked û xebatên ji bo doza azadîya Kurdistanê digire û lê xwedî derdikeve.
Ji ber vê yêkê jî, PAKê got em partîyeke 200 salî ne. Got em ne partîya ji nû ve jîndar kirina tu tradîsyonan ne. Got em berdewamîya têkoşîna azadîya Kurdistanê ya 200 salî ne. Got hemû tradîsyonên keda wan di doza azadîya Kurdistanê de hene , em berdewamîya wan in.
Di roja ewil de PAKê got em berdewamîya Şêx Seîd, Seyîd Riza, Xalid Begê Cibrî, Îhsan Nûrî Paşa, pêşewa Qazî Mihemed û Mele Mistefa Barzanî yê nemirin. Got em berdewamîya xebat û têkoşîna pêşmerge, gerîla, şervan, nivîskar, sîyasetvan, rewşenbîr û hemû kedkarên doza azadîya Kurdistanê ne.
PAKê di roja ewil de sîyaseta xwe ya tifaq û yekitîya li ser vê prensîbê ava kir:’’Yên dikarin bibin yek bila bibin yek; yên nikaribin bibin yek bila hevkarî û tifaqan bikin;yên nikaribin tifaqan bikin bila derîyê danûstendin û dîyalogê di navbera xwe de vekin; yên nikaribin dîyalogê jî bi hevdu re danin, bila dijminatîya hevdu nekin’’. Vê rêbazê jî wekî perçeyeke şexsîyeta PAKê di nav sîyaseta Kurdistanê de cîhê xwe girt.
PAKê ji roja ewil heta îro her got, ne serokê me, ne rêveberîya me, ne navê me, ne ‘’xetên sor’’ in ji bo me. Di rêya yek kirina potansîyela azadîxwaz, demokrat ya Kurdistanî de, got em ji hemû fedakarîyan re amade ne.
PAKê ji xeta xwe ya azadîxwaz ya Kurdistanî tawîzan neda û di herdu hilbijartinên 7ê hezîranê û 1ê çirîya paşîn a 2015an de helwesteke bi şexsîyet danî. Ji bo çend parlamenteran bidest bixe bername û sîyaseta xwe binpê nekir, neket nav tifaqên xelet. Partîya ku di vî warî de serbilind e, bi rûyekî sipî li holê ye bêyî teredut PAK e.
PAKê li himberî şerê ku berdewame, bêyî teredut helwest girt û got ‘’Ji şer re na, ji çareserîya sîyasî re erê’’. PAKê ji Dewleta Tirk re got bi şer û kuştinan tu yê nikaribe rê li ber azadîya Kurdistanê bigire; ji PKKê re jî got, ev şer, ev xendek û barîkatên li nav bajaran zerarê dide gelê me, dide welatê me.Îro jî her li ser vê sîyasetê dimeşe.
PAKê siyaseta xwe li ser xeletîyên hinekan û li ser dijminatîyê nemeşand. Got ez divê xwe bi xwe tarîf bikim û behsa xwe bikim; ne ku behsa xerabîyên hinekan. PAKê ferqa xwe bi sîyaset û bername û gotarên xwe aşkere kirîye. PAK xwe bi xwe tarîf dike, xwe bi hinekên din tarîf nekir.
PAKê bi pratîka xwe jî nîşan da ku ne ji bo dijmintîya yên li derveyî xwe,lê ji bo pêkanîna bernama xwe, ji bo azadîya gelê xwe daketîye qada têkoşîne.
PAK di berfireh kirina pirrengî û pirdengîya sîyaseta bakurê Kurdistanê de roleke esasî lihîstîye.
PAK navê sîyaseteke bi şexsîyet ya Kurdistanî ye
PAKê têkoşîn û destkeftîyên hemû perçeyên Kurdistanê wekî yên xwe dît û got ez partîya azadîya bakurê Kurdistanê me. Got, ez ne beşeke ji tu partîyên perçeyên din im û ezê li tu perçeyên din ê Kurdistanê wekî partîya wan perçeyan rêxistinên xwe daneynim. PAK bi birayetî alîgir, piştgir, hevkarê doza azadîya Kurdistanê ya her perçeyî ye. Em ne bi dijayetîyê, lê bi rexne û pêşniyarîyên xwe yên welatperwerane dê bibin alîkarê birayên xwe.
PAK piştgirê serxwebûna Başûrê Kurdistanê ye, piştgirê destkeftiyên li Rojavayê Kurdistanê ye, têkoşîna li Rojhilatê Kurdistanê têkoşîna xwe dizane. Li her çar perçeyên Kurdistanê daxwazkarê yekitî, hevkarî û tifaqên netewî ye PAK.
PAKê got ez partîyeke Kurdistanî me. Lê ji texmînî 25 milyon Kurdên li bakurê Kurdistanê û li Tirkîyê dijîn, li dora 10-12 mîlyonê wê li Tirkîyê ne. Ji ber vê rastîyê û jiber pêwîstîya gelê me yên li bakur û li Tirkîyê dijîn, PAKê got helbete ku doza azadî, demokrasî, edalet û wekhevîyê ya li Tirkîyê jî me eleqedar dike. Lê pirsa Kurdistanê nabe ku bi pirsa demokrasîya Tirkîyê ve bê girêdan.
PAK dibêje bingeha xebata me li ser hebûna miletê Kurd û Kurdistanê ye; em ji bo Kurdistanê mafê çarenûsîyê dixwazin, mafê xwe bi awayekî azad li ser axa xwe bi statuyeke sîyasî îdare kirina gelê Kurdistanê dixwazin (çi federalî, çi konfederalî, çi serxwebûn).
PAK partîya girseyî ya hemû pêkhateyên etnîkî, olî, mezhebî û civakî yên Kurdistanê ye.
PAK ne bi şîdet û tûnd û tûjîyê, lê bi rêyên sîyasî û demokratîk, bi bêîtîadîya sivîl dixwaze mafên netewî û demoratîk yên miletê Kurd û azadîya Kurdistanê bidest bixe . PAK bi xwe jî gaveke bêîtîadîya sivîl e.
PAK dibêje ji bo birêxistin kirina civata bakurê Kurdistanê, ji bo ku gênc û jin bibin xwedîyê partîyê, rê û rêbazên nuh û hevdem ku li gel tevna civata me bigunce bêne peyda kirin.
PAK dibêje em ne temeşevan an jî şîrovekarên rewşa Kurdistanê ne; em aktorên esasî ne ku bikaribin vê ‘’qedera miletê xwe’’ biguherînin.
PAK dibêje bingeha pêşketinê xebat e, xebat e, xebat e.
Di du salîya xwe de divê hemû rêveber, endam û alîgirên PAKê, ji bo ew PAK a ku em terîf dikin pêk bê, bê westan û bi fedekarî bixebitin. Divê em PAKê bikin partîya girseyî ya bakurê Kurdistanê; divê bi milyonan gelê me ala Kurditanê û ala PAKê bi hevdu re hilbigirin.
Divê em bizanibin ku doza azadîya Kurdistanê xebateke ji dil û bi sebir û bi îstîkrar divê. Herweha kadroyên jîr, lihevkirî û îmkanan divê. Hemû PAKî divê ji bo pêkanîna vê pêwîstîyê bêyî hesabên şexsî û grûbî li gel hemû potansîyela azadîxwaz û demokrat ya Kurdistanî ve di nav peywendîyeke germ û berhemdar de bin.
Ji bo Partîyeke hîn xurttir divê hemû partî, grûb û dor û ber û take kesayetiyên wek PAKê difikirin jî milê xwe hildin û hîn aktîftir , jibo pêkanîna vê pêwîstî û projeyê bixebitin.Divê em bibînin ku wextên di meşa yekkirinê de em wenda dikin, di eslê xwe de sebebê paşve xisitna azadîya welatê me ye.
Belê, her Kurdistanîyekî bi wîcdan li ‘’berîya PAKê û piştî PAKê’’ binere, dê ferqeke berbiçav bibîne; ev ferq di her warê sîyasetê û xebatê de aşkere ye.
PAK kedkarê doza azadîya Kurdistanê ye û divê sibe ji îro, saleke din ji îsal baştir û pêşdetir be.
PAK bi ehlaq û kûltûra xwe bûye deng û ekoleke nû û berhemên vê ekolê di pêşeroja gelê me de dê xwe dîyar bike.
Di du salîya PAKê de daxwaz û kêfxweşî û destkeftina me ya herî mezin dê serxwebûna başûrê Kurdistanê be
Du saliya PAKê li endam, piştgir û dostên wê û li gelê Kurdistanê pîroz be.
18.10.2016
Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê PAKê