Di derbarê proje yasaya budceya 2021an Hewlêr û Bexda gihîştin rêkeftinê

.

Di derbarê proje yasaya budceya 2021an, Hewlêr û Bexda gihîştin rêkeftinê. Piştî rêkeftinê, şanda Herêma Kurdistanê vegeriya Hewlêrê.

Li gor Biryarderê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Ehmed Sefar ragihand, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Hikûmeta Iraqê re gihîşt rêkeftinê li ser heman wê rêkeftina berê ya li gel Adil Ebdulmehdî û Mistefa Kazimî, ku li proje yasaya budceya sala 2021 bê zêdekirin.

Sefar da zanîn, piştî pêkanîna rêkeftina bi Hikûmeta Iraqê, şanda Herêma Kurdistanê vegeriya Hewlêrê.

Li gor wê rêkeftina berê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê rojane 250 hezar bermîl petrol û nîviyê dahata deriyên sînorî radestî Bexdayê dike.

Herwiha Biryarderê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê da zanîn, civîna îro ya Encûmena Wezîran a Iraqê bo roja Sêşemê hat paşxistin.

Li ser sedema paşxistina civînê jî Sefar got, Wezîrê Darayî yê Iraqê ligel Sindoqa Darayî ya Navdewletî di giftûgoyê de ye derbarê firotina nirxê dolar bi dînar û diyar jî kir, herwiha niha nirxê petrolê bilind bûye û ev jî yek ji sedemên paşxistina civînê ye.

Roja 3yê Kanûna 2020an, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Darayî Awat Şêx Cenab û Wezîrê Herêmê Xalid Şiwanî û Serokê Fermangeha Hemahengî û Lipeyçûnê Ebdulhekîm Xesro, bi mebesta gotûbêjkirina heqên darayî yên Kurdistanê ligel rayedarên Iraqî, gihişt Bexdayê û di nava du rojan de çend civîn ligel rayedarên Hikûmeta Iraqê encam dan.

Kurdîstan Haberleri

Peyama PDKÎ Bi hilkefta 32emîn salvegera terorkirina “Dr. Şerefkendî” û hevalên wî
 Roja jidayikbûna pêxemberê îslamê hezretî Mihemed Mistefa li hemû misilmanan pîroz be!
Stefan Zweig li ser Abdullah Cewdet nivîsiye (1903)
PWK: Êrîşên li ser zimanê kurdî tawaneke li dijî pîvanên mirovahîyê ye
Berhema Suphiye Bulutê ‘Ey Ez’ ji Weşanên DOZê derket