Parlamentera HDP ya Amedê Nursel Aydogan û parlamentera HDPê ya Adenê Meral Daniş Beştaş tehlîye bûn.
Ev herdû mebûs jî bi îddîaya ’endambûna rêxistina terorê’ hatibûn îthamkirin.
Hêjayê gotinê ye di derheqa mebûsa Amedê Nursel Aydogan de ji 26 salan heta 103 salan cezayê hepisê dihat xwestin.
Herdu parlamenter jî bi şertên kontrola adlî hatin tehlîyekirin.
Aydogan di 04.11.2016ê de, Beştaş di 31.01. 2017 de hatibûn tewqîfkirin.