Veysî Altayê Derhênerê Dokumantera Nû Jîn a ku jiyana sê jinên li Kobanê ku di şerê li dijî DAIŞê de cih girtine vedibêje, û Dîcle Anterê Gerînendeyê Berê yê Sînemaya Yilmaz Guney a Batmanê ku danîşana wê organîze kiribû, bi tawana 'propagandaya rêxistina terorê' kirine, dihatin darizandin.
Îro, 2emîn Dadgeha Giran a Batmanê, di derheqê Veysî Altayê de, bi hinceta 'propagandaya rêxistinê' 2 sal û 6 meh cezaya zindanîkirinê da. Bi heman sucdarkirinê, bo Dîcle Anterê kurê Mûsa Anterî jî 2 sal û mehek ceza da û bo herduyan jî qedexeya derketina derveyî welat sepand.