Di doza kuştina Tahîr Elçiyî de dadgehê biryara beraeta polîsên bersûc da

.

Dozgerî îddia dike ku Tahîr Elçî ji ber guleya ku li kîderê hatiye û çavkaniya wê ne diyar e, miriye û daxwaza beraeta polîsên bersûc dike. Dadgehê biryara beraeta bersûcan da.

Di rûniştina îro ya doza kuştina serokê berê yê Baroya Amedê Tahir Elçî de biryar hat dayîn.

Nûçegihanê Rûdawê Abduselam Akinci ragihand ku derbarê 3 polîsên ku ji vê kuştinê tên darizandin biryara beraetê hat dayîn.

Derbarê her sê polîsên bi navên Sînan Tabur, Fuat Tan û Mesut Sevgî yên ku di dema kuştinê li cihê bûyerê bi tohmetê “bi qisûra zanebûn bûne sedema kuştinê” doz hatibû vekirin.

Ji bo gumanbarê firarî Ugur Yakişir jî ku ji heman dosyayê tê darizandin bi îdiaya “Kuştina 2 polîsan û têk dana yekitî û yekparetiya dewletê” doz hatibû vekirin. 

Rûniştina 11emîn a doza serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî ku sala 2015an hatibû kuştin li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi rê ve çû.

Piştî parastinên hatin kirin, şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir.

Dadgehê derbarê her sê polîsên tên darizandin biryara beraetê da. 

Parêzeran helwesta şandeya dadgehê protesto kir.

Parêzerên dozê berî ku biryar were eşkerekirin ji salaona ku rûniştina dozê bi rê ve diçû derketin.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren li ber Mînareya Çarling a Sûra Amedê cihê ku Tahîr Elçî hatî kuştin, li ser navê parêzerên dozê daxuyanî xwend.

Nahît Eren diyar kir ku ew wê biryarê qebûl nakin û got ku teqez tawanber tê rojekê bên cezakirin.

Çi bûbû?

Tahîr Elçî 28ê Çiriya Paşîna 2015an dema ku ji bo şermezarkirina hilweşandina Minareya Çarling a dîrokî ya li navçeya Sûrê daxuyanî dida medyayê di êrişeke çekdarî de gule li serê wî ketibû û canê xwe ji dest dabû.

Doza Tahîr Elçî piştî kuştina wî bi 5 salan hatibû vekirin û yekemîn rûniştina dozê 21ê Çiriya Pêşîna 2020î hatibû kirin.

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî li ser hebûna hêzên Hevpeymanan daxuyanî da
Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana PSKyê Kir
Medyaya Îsraîlê: Yehya Sînwar hat kuştin!
Nêçîrvan Barzanî: Pêşmerge gelek qurbanî dane û bi xwîna xwe xaka Kurdistanê parastiye
Tirkiye, Bulgaristan û Romanya belgeya hevkariya leşkerî îmze kir