Di êrîşa balafirên Tirkiyê de stasyona ava vexwarinê ya Kobanê ruxiya

.

Hate ragihadin ku di êrîşa balafirên şer ên artêşa Tirkiyê de, stasyona gundê Şiyûxa Jorîn ku ava vexwarinê dide Kobanê hate ruxandin.

Li gorî medyaya Rojavayê Kurdistanê ku dîmenên stasyona gundê Şiyûxa Jorîn a ava vexwarinê dide Kobanê belav kiriye, stasyona avê bi temamî hilweşiyaye.

Hate diyarkirin ku stasyona ava vexwarinê av dida Kobanê û gundewarên wê.

Hêjayî gotinê ye, ji ber êrîşên berdewam ên ser bendava Tişrînê jî elektirîk li ser Kobanê û gundewarên wê qut bûye.

Kurdistan Haberleri

15 hezar mamoste tên tayînkirin: Ji Kurdî re 6 kontenjan hatine veqetandin!
Amerîkayê bangî welatiyên xwe kir: Sûriyeyê biterikînin
BCFê alîkariya pere da 125 xwendekarên Efrînê
49 leşkerên Kurd çûn başûrê Kerkûkê
Qubad Talebanî û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê civiyan