Di êrişa firokeyên Tirkîyê de du kurdên Rojhilatî hatin kuştin

Di encama bordûmana firokeyên şer yên Tirkîyê de, 2 welatîyên Rojhilatî hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan - Duhî berbanga sibehê, firokeyên şer yên Tirkîyê baregehên PKKê yên li deverên sînorî yên di navbera Rojhilat, Bakûr û Başûrê Kurdistanê de bordûman kirin.

Li gorî agahîyan, di encama wê êrişê de du welatîyên Rojhilatî li devera Xakûrkê hatin kuştin.

Ew welatîyên Rojhilatî bo komkirina pincarên biharî çûbûn wan zozanan.

Heta niha jî termê wan welatîyên Rojhilatî li wê deverê ne û malbatên wan nikarin ji tirsa bordûmanê termê zarokên xwe bînin.

Navê yek ji wan kesên ku hatine kuştin, Fazir Tazewarid (35 salî) ye û navê yê din jî Reşîd Mîro (36 salî) ye. Her du jî xelkê bajarê Şino bûne.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes