Di êrîşa Îranê ya li ser binkeyên Partiyên Rojhilatê Kurdistanê de Pêşmergeyek şehîd bû

.

Şeva borî 20.11.2022yê binke û cîhên Partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Îranê ve hatin mûşekbaran kirin.

Şeva borî binkeyên Partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li kampa Cejnekan a Hewlêrê, Kelha Demokrat a li Koye û navçeya Zirgwêz a li Silêmaniyê ji aliyê Sipaha Pasdarên Îranê ve bi mûşek û dronan ve hatin bombebaran kirin.

Li gor zanyariyan, di wan êrîşan de Pêşmergeyekî Partiya Demokrat a Kurdistan Îran ê bi navê Bêhzad Îskat ku wekî Çiyako dihate naskirin û xelkê bajarê Pawe ya Rojhilatê Kurdistanê şehîd bûye.

Kurdistan Haberleri

Heyeta DEM Partiyê çû Rojava da tevlî konferansa netewî bibe
Nadine Maenza: Şam ji bo avakirina hevgirtina civakî dikare ji Rojavayê Kurdistanê sûdê wergire
Brîtanyayê cezayên li ser wezaretên Parastinê û Karên Navxwe yên Sûriyeyê rakirin
Fesla Yûsif: Em dê mizgîniyê bidin gelê xwe
QAMIŞLO - Komkujiya Ermenan di 110emîn salvegera xwe de hat bibîranîn