Di êrîşên Tirkiyê de zarokeke 12 salî canê xwe ji dest da

Artêşa Tirkiyê gundekî Girê Sipî yê li Rojavayê Kurdistanê gulebaran kir û di encamê de zarokeke 12 salî hat kuştin.

Doh êvarê leşkerên Artêşa Tirkiyê ji pêgehên xwe li ser sînorê bi Rojavayê Kurdistanê re, gulle berdan gundê Til Findir ku bi dûrbûna 7 kîlometereyan dikeve rojavayê Girê Sipî û di encama wê êrîşê de, keçeke 12 salî hat kuştin, ku  gulleberdan heta demekê dirêj kir.

 

Li gor zanyariyên ku herî dawî navê wê zarokê, Sara Refet Mistefa ye û  dîmenên wê keçikê belav bû ku dema doxtor hewl didin jiyana wê ji mirinê rizgar bikin, lê keça 12 salî jiyana xwe ji dest da.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin