Di ew sedsala dawî de Kurdan pîtolekî xwe hemdemî wenda kirin! Prof. Dr. Jemal Nebez

Abuzer Balî Han

Abuzer Balî Han

Zanayê hemdemî Prof. Dr. Jemal Nebez

(01.12.1933, Silemanî, Kurdistan - 8.12.2018, Berlin, Elmanya)

(Salvegera goça 5. an de carek dîn bi bîr tê)

Li ser jiyan û zanetiya Mamoste Nebez pir tişt hatın gotin û hatın nivîsîn. Di vê nivîsa xwe de ez dixwazim, min ew çava naskir! Çawa ez bûm şagirtê Mamoste Nebez û çawa em bûn heval û rêheval!..

Di destpêka salên 1970 yî de dema ez derketim dervayî welat min li Tirkiyê di Zanîngeha Enqerê de Turkolojî kuta kirî bû. Ez Kurd bûm! Lê min zimanê xwe yê zikmakî Kurdî bîrkirî bû. An jî heya wê demê ez ji Kurdewatiya xwe hatî bûm dûrxistin!.. Sala min zanîngeh qelas kirî min dîroknasê zimanan ji Prof. Dr. Hasan Eren, etîmolojiya wateyên "Kurdî, Kurdistan“ pirsî bû. Mamosteyê Tirk bi eslê xwe Tirkê Meceristanê bû. Lê ew nijadperestekî Tirkan bû. Bersiva wî ya qurt :“Nûha ew pirs çawa derket! Ne dema xwe ye ku ez bersiv bikim“ got!..

Di van mercan de dema ez li lîse mamoste bûm, hin serbazên Tirk welatparêz  ez agahdar kirim ku leşkeran biryar girtine ku min binçav bikin! Kesek serbaz kete navbeyne ku paşayê qomutanê leşkeriyê li İskendurunê ez serdan bikim! Min bi rêya yawerê komutan serbaz dît şunda ketim jura tûmen qomutanî. Min xwe daye nasîn. Dayîn û standanek pir sert navbeynê me da çebû! Min pir kurt axaftina xwe kir ku bi hêsanî çawa ez ji vê davokê derkevim der!.. Wî ji min re got:“Derkevî derî! Min kîngê gazî te kir wê rojê bêt!..

Ji navçeya Antaqyê wê êvarê ez derketim! Paşê cendek rojan de ez gîhîştim Elmanyê bajarê Berlinê.  Li gor mêrcên heyî rûniştina xwe min qeyda xwe li zanîngehê Azad ya Berlinê beşê Politologî kir şûnda girt. Demêkê  beşê „Politologi“ kuta kir şunda li gel Prof. Dr. Ferdinand Büttner dest bi mijara „ Rola Osmaniyan di Rojhilata Navîn de çi bû“ teza doktoreyê kir. Çendek semînar jî li ser Kurdan di zanîngehê de ji bo xwendevanan jî  amade kirin!..

Rojekê min bihîst ku li ser Kurdan li beşê zanîngehê „Îranistikê“ de semînarek heye. Roja semînar  ez jî çûm ciyê semînar. Semînarvan Prof. Dr. Jemal Nebez bû. Dawiya seminarda min bi Mamoste Nebez va hevdû nasîn.  Wek guhdarvanekî dîn jî li Juhra Mamoste bû. Cara yekem bû ku ez wî dibînim. Mamoste ew bi min da nasîn ku ew jî ji bajarê Meletyê ye. Navê xwe Hamdî Turanli (Hemreş Reşo) ye. Min di wî semînarî de du Kurdên welatparêz naskirin ku wana ez bêtir ji çepîtiyê ber bi „Kurdewatiyê“ birin! Salan şûnda ew tesadûfa min dît ku  li ser „Kurdewatiya“ Mamoste Nebez  rolekî girîng lîstiye!..

Ew semînara rêya min jî guhart. Doktoreya polîtîk min dest jê berda. Ez debasi „İranîstîk“ê beşê „Kurdolojî“yê   bûm. Mamoste li wir bi pênasa (înwan)„Gast Prof. Dr. Jemal Nebez“ kar dikir. Serokê înstîtûtê Prof. Dr.  Gobrecht bû. Beşê zimanê Farisî jî Prof. Dr. Subhanî bi rêva dibir. Serokê zimanê Kurdî jî Mamoste Prof. Dr. Jemal Nebez bû… Min li gel  Prof. Dr.  Gobrecht dest bi karê doktoreyê yê bi navê mijara „ Rêzimana Kurdî“ kir. Mamosteyê min bêtir karê min li gel Prof. Dr. Jemal Nebez dimeşî. Min ji Prof. Dr. Subhanî jî dersên zimanê Farisî digirtin!..

Mamoste Nebez di her alî de çalak û rêkûpêk bû! Serok Prof. Dr.  Gobrecht çi kar dikir ku min jî tiştek jê fehm nadikir. Bi gotina qurt rojên xwe dikir roj !.. Perên xwe digirtin! Wexta xwe diborand. Ji ber kû Farîsî û Kurdî jî nadizanî! Prof. Dr. Subhanî jî dersên Farisî didan. Ji bo zimanekî beyanî jî min Farisî hilbijart. Ji ber ku li Enqerê zanîngehê de min Farisî xwedî bûm. Semester dest pêkir. Her ku diçû xwendevanên Elman hindiktir dibûn. Ez tenê bi serê xwe li gel mamosteyê Farisî mam! Mamoste bi min re jî :“Herr Han, Farisiya te gelek baş e! Dawiyê salê tu belgeyek çawa dixwazê ezê ji te re binivisînim!“ got! Bi kurtahî bi min re jî digot meye dersên min! „Ezê dawiyê somestre şeinên (kaxiz) te tijî bikim!..

Xwendevanên hêja!.. Ew agahiyên min dayîn bi jiyana Mamoste Jemal Nebez re pir têkiliyên (pêwendî) xwe hene. Ji ber ku pir caran xwedevan dihatin dersan! Mamosteyên dersan didin li Însîtûtê nîn bûn! Ew diçûn mamoste dipirsîn! Mamoste jî ji profesorên înstîtûtê re :“ Bo çi hûn nayên dersên xwe!.. Xwendevan jî we ji min dipirsin! Ez we ji bo karê hûn dimeşînin hişyar dikim ku hun di dema xwe de bên ser karê xwe!..“ Mamosteyên‚İranîstîkê di nav xwe de dicivin ku Mamoste Jemal Nebez ji zanîngehê bavêjin! Berpirsiyariya Zanîngeha Frei Üniversitet Berlin bi mamosteyên  İranîstîkê ve rojek bîryar vergirtinê tayîn dikin!..

Di civîna biryar girtinê de qasi 20 profesor, 60 xwendevan. Mamoste Jemal Nebez, serokê Ausamtê  Akbar Weissi, karê xwe yê dîn wê demê berpirsiyarê PDK Îran Ewrûpa bû. Beşdarên hemî civînê wek xwendevanan mafê wana dengdayînê tûne bû. Lê hemiyan piştgirtiyta Mamoste Jemal Nebez  dikirin! Kesê dixwest ku ciyê Nebez bigire  Kurdê Başûrê Welat bû. Bi bursa Sadam Huseyîn hatiî bû Berline…

Dawî de bi dengdana profesoran Mamoste Jemal Nebez ji kar hatê avêtin! Ew hêdî bê kar mayî bû! Li dadgehan   karê wergeriyê dikir! Ji tû ciyan jî alîkarî nadigirt! Bi salan mamoste di nav tûnetiyê de jiyana xwe borand. Hevalek xwe Elman hinek qels jî bi wî re dijît!..

Heya lêra ew jiyan wûsa awerte bête pejirandin jî, ji vê pêda karên mamoste bi hemî projeyên xwe ve têk çûn. Ji ber ku aliyê darayî de rewşa xwe ne baş bû. Qasî 40 salî ji Kurdistanê dûr mayî bû.  Gelo çawa û çima dûr mayî bû?!. Ez dixwazim van pirsan hinek ji bo xwedevanan ronahî bikim. Kesên Kurd ku akademîkêr li dervayî welat hemiyan mamoste Nebez dinasîn. Kesên di aliyê darayî de alîkariya wî bikirna jî hebûn. Wî ji tû kesî alîkarî nediwxest û ne jî nadigirt! Demek dirêj Dr. Kemal Fuad, berpirsiyarê PUK li dervayî welat bû. Ew jî û mamoste Jemal Nebez her du bi Mam Celal Talabanî re hevalên hevûdu xortaniyê û girtîgeha Bexdayê de binçav û girtî mayî bûn!. Mineta Mamoste Jemal Nebez qet ji tûkesî re tûne bû. Dema Celal Talabanî reîsicumhurê İraqê bû, ji bo nexweşiya xwe li Berlinê tedawî dibû. Min çend caran jê tika kir ku em biçin serdana wî bikin. Lê belê mamoste nadipejirand! Berpirsiyarên PDK dihatin Berlinê dixwestin mamoste re bipeyîvin! Wî nadixwest ku bi wana re jî qise bike. Ji ber ku rewşa Kurdistanê di nav ne başiyan de diçû. Mamoste jî ew kesina berpirsiyar didîtin. Digot:“Ew kesina ku keda gundî û karkiran dixwin, hatina Kurdistanê ji bo berciwendiyên xwe yên şexsî xerc dikin, mirovê çawa biçê destên wan bigire û giramiya xwe ji wan re nişan bide!..

Mamoste ew baweriyên xwe di rojnameyên başûrê welat dihatin weşandin de jî wûsa bi rexneyên tundî dinivîsand. Min çend caran mamoste di vî alî de rexne kir jî, ji min bawerî nekir. Min dixwest ku mamoste bişînin welat di zanîngehê de kar bike. Lê hevala xwe ya Elman li ser wî bandorek pêk anî bû ku ew nadîhîşt ku bi saxî biçe welatê xwe yî ji her tiştî bêtir hezdikirî!..

Mamoste Jemal Nebez, ew pîtolekî (feylezof) Kurdan hemdemî bû. Pir ziman dizanîn. Di her aliyê zanist de xwedan bîrûbawerî bû. Wî di heft-heyşt saliya xwe de Quran hifz kirî bû. Xwedê mejûyekî bi zanetiyê tijî dayî bû wî! Bavê xwe di dema xwe da miftiyê Silemaniyê yê herî mezin bûye. Dersên bingehî ji bav û hevalên bavê hîn bûye. Bavê Jemal Nebez di aliyê aborî de rewşa xwe baş bûye. Di salên 1950 î de cara yekem hotela yekemin li bajarê Silemaniyê ya li ser du qatan ava kirye. Ew avahiya qatê jêrîn ji bo dikanan tayin kirê ye!.. Qate duwem jî wek muze heya îro bi kar teye. Hatina dikanan ji bo rêvabirina muzeyê bi kar te. Xwîşken mamoste bi wan karan re jî mijûl  dibin. Mamoste Jemal Nebez bi salan di zanîngehê de mamostê min bû. Paşê hevalbendiyek di navbeyne me de pêk hat. Hevaltiya me wek rêheval berdevam kir. Hindik kes di mala xwe de mêvan dikir! Ew jî hindik car diçû mala hevalên xwe. Bes pir caran em çendek kes li derva ciyekî rûdiniştin. Mamoste ew hevdîna ji xwe re wek vehêsîn dîdît. Zû radibû diçû…

Rojekê min ji mamoste re got:“Mamoste îşev li ser Kurdan televîzyonê Elmanan qanala herî mezin de li ser Kurdan bernameyek girîng heye. Heke dema te bû lê binere!“ Bersiva mamoste gelek qurt bû. Got:“Ez nikarim lê temaşe bikim! Ji ber ku mala min de televîzyonê min nîn e!. Ji xwe dema min ez televizyon temaşe bikim jî tûneye!.. Ez serda neçûm!. Ji ber ku dema mamoste ji xwedin û nivîsandinê pêda ji tiştikê re tûne bû. Wextên borî de ji bo rojnameya Kurdî Newrozê re bi zimanê Tirkî dihat xwesin ku hevpeyvînek çê bikim. Min pêşniyar bir Mamoste. Mamoste ji Tirkî û Tirkan pir heznadikir. Lê ji bo Rojnameya Newrozê ew peşniyaza min pajirand. Pirs û gotin min bi Kurdî amade kirin. Wi jî bersiva wan bi Kurdî dayî bû. Min jî ew carek dîn wergerand zimanê Tirkî.  Hevpeyvîn pir dirêj kişandî bû. Mamoste bi min re gotî bû ku „Dema hevpeyvîn te amade kir şûnda li min vegerîn, ez jî careke lê binerim!“ Nivîsa bi Tirkî amade bûyî Mamoste hemî hevok bi pênûsa ya rengê sor işaret kirî bû. Nivîs daye min û got:“Carek din berçav bike!“ Çendek rojan şûnda nivîsa min dîsa li min vegerand. Di cara dawî de pênûvîsa qelemê sor hindiktir bûyî bû. Ew hevpeyvîna wûsa hate weşandin! Ew di her alî de hestyar (hasas) û raste rast, çakbîn (optîmîst) bû. Ji Şêx Saîd bigire heya Seyid Riza, Pêşewa Qazî Mihammed, Mola Mustafa Barzanî re giramiya (rêzdarî) xwe nîşan dida. Serokên Kurdan yên roja me de dijîn jî ewna pir rexne dikir ku li pêş yekîtiyê Kurdan wek asteng in. Ji bo vê bû ku  hevalê xwe yê dema xortaniya xwe de li gel hevûdû bûn, Serok Komarê İraqê Mam Celal Talabanî re dayîn û standina xwe qut kirî bû. Her wuha serokên Kurdan yên dîn re peywendiya xwe nîn bû…

Baweriya mamoste ya rêzanî (polîtîk) li ser sosyalizma Sovyetê di salên 1970’yî de bi rexneyên xwe gelek bi tundî rexne dikir. Li gor Mamoste Jemal Nebez, sosyalîzma dihat navkirin ne sosyalîzma rateqin bû. Sosyalîzm yanê baweriya yeksanî bes di dema Manî de bi navê „Manîheîzm“ di sedsala 3 an de li Împaratoriya Persan hatiyê reva birin. Ji wê demê şûnda yeksanî yanê „Sosyalîzm“ li cîhanê sedesed pêknehatiye!.. Bes baweriya „Qajîk“ê li ser rêya „Manîheîzm“ ê heye. „Qajîk“ navê partiya mamoste û hevalên wî bû. Dema Komela Xwendevanên Kurd li dervayî wewlat (KSSE, AKSA) ji aliyê PDK û PUK ve bû du beşan. Wê demê komelên xwedekarên Kurd jî bûyî bûn heyşt beşan. Komeleya Xwendevanên Sosyalist jî ji aliyê „Qajîk“ ve hatî bû sazkirin…

Di encamê de dema mamoste çû ser heqiya xwe dorberê wî de çendek kes hebûn. Lê hezkirên wî pir bûn. Hevala xwe ya Elman dema telefon min kirî, jê ra ciyê bete şûştin neditî bû! Alikarî dixwest. Demek qurt de min telefon dedeyê Cemxana Berlinê kir. Doxan Dede li ser karê xwe yê şexsî bû. Karê xwe berda û vegeriya Cemxanê. Min jî telefon hevala mamoste kir, ku ew bên navnîşana ez dibêjim…

Dema mamoste bi tirombîla belediye anîn, du Elmanan ew kirî bûn nav tişteki, ku dawîya xwe de yek teker hebû. Ew teslim Cemxanê bû şunda, kesen anîn gotin em diçin! Kare we tewaw bû, ew telefonê em didin we telefon bikin ku em werin dîsa bibin morga nexweşxanê!..

Ez û Doxan Dede!.. Hevala mamoste, Dr. Serwer û hevala wî! Roja kar bû. Kesên dîn li Cemxanê nîn bûn! Dema mamoste bişon û kefen bikin çendek mirov pêwist bûn ku bi kesê bişo re alîkar bin. Bes Dr. Serwer tenê hebû! Karên derva jî min amade dikirin. Du beşdarên dîn jî hevala Dr. Server û hevala mamoste bû. Hevala mamoste Hanna dîsa astengek derxist ku digot:“Ez dixwazim mamoste sir bikim û cilûbergen wî lêbikim!“ Momoste di nexweşxanê de operasyon derbas kirî bûn! Rewşa xwe ji bo xwestekên wê ne mimkûn bû! Xeyîdî û ew jî rahesî çû! Dema karê şuştine qediya, min telefon kir, ku kesên anîn bi şikla anîn jî dîsa bibin!..

Mamosteyê Kurdan yê hemdemî herî mezin, em Kurd lê xwedî  derneketî bûn!.. Bi gotinek ne dirêj Mamoste Nebez, dema sax bû jî em Kurd lê xwedî derneketî bûn!..

Pîtolekî (feylezof) wûsa kîngê bête cîhanê lê wênê em nizanin. Ya em dizanin Mamoste Jemal Nebez zanîna xwe ya bêserûber bi xwe ra bir…

07.12.2023

Abuzer Balî Han

( Heval û Hogirê Mamoste Jemal Nebez)