Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk!

Şeyhmus Ozzengîn

Piştî teqîna Beyrûdê, ku karesatek mezin bi xwe re anî, ji bona gelên Lubnan, Fransa di astek bilind de; Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron, du caran Paytextê Lubnan-Beyrûd zîyaret kir. Piştgirîya xwe ji bona gelên Lubnan dîyar kir.

Serokkomarê Tirkîye Tayîp Erdoğan ji van serdanên Fransa, ji bo Lubnanê xwe aciz kir û ev serdanên Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron wek “gavên kolonyalîstî”(!) binav kir.

Di vê mijarê de, li ser gotina Serokkomarê Tirkîye, rojnamevanekî ji Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron Pirsî; “Tirkîye dibêje ev gavên Fransa karên kolonyalîstî ne, hûn çi dibêjin?”

Bersîva Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron pir zelal bû;

“Ev gelekî asan e, dema Tirkiyê Sûriye dagîr kir daku şerê Kurd bike û êdî êrîşî bakurê Sûriyê kir bêyî razîbûna xelkê Sûriyê, bêyî razîbûna hikûmeta Sûriyê, eve ew tişt e ku jê re dibêjin destêwerdan. Lewra rêzdar Erdogan van tiştan baş dizane. Erdogan bi xwe baş ji wan tiştan fam dike, tişta em dikin hevkarî ye, lê tişta ew li Sûriyê dike û şerê Kurd dike, ew destêwerdan e, ne tiştê ku Fransa dike.”

Emmanuel Macron, piştî serdana xwe ya bo paytextê Lubnanê, bajarê Beyrûdê, gihişte Iraqê û ligel sê serokatiyên Iraqê û Serokê Herêma Kurdistanê û aliyên din yên siyasî civiya.

Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron, di van danûstendinan de jî mesajek vekirî ji Tirkîye û Îran re birê kir û ev herdû dewlet wek berpirsîyarên destwerdanên nav İraqê îşaret kir. Serokkomarê Fransa E. Macron dîyar kir ku; “Di van salên dawî de Îran û Tirkîye zerarên pir mezin dan İraq”

Dema ku Serokkomarê Fransa li paytextê İraq di hevdîtinan de bû; Cîgirê Serokomarê Îranê, Mihemed Baqir Nobext daxuyanîyek da. Nobext, di ragihandina xwe de eşkere kir ku; „dorpêçên Amerîka yên li ser Îranê vê carê gelek dijwar in û Amerîka rê nade Îran yek dilopa neftê jî bifroşe.“

Ji terefê stratejîstan de ev serdana Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron wek; “Fransa hewl dide Rojhilata Navîn rêk bixe, destpêka plana wî jî bi Lubnan û Iraqê bû.“(!)

Ji hêlek din ve, hinek rayedarên İraq jî piştî hevdîtinan eşkere kirin ku; “İraq dixwaze di herêmê de têkilîyên ewlekarî û leşkerî bi Fransa re geş bike.”(!)

Bi raya min Fransa dixwaze di rêkxistin û damezirandina Iraq û Rojhilata Navîn de roleke wê ya sereke hebe. Piştî teqîna Beyrûdê, nakokîyên di Rojhilata Derya Spî; Dan û stendinên Fransa di herêma Rohilata Naverast de derxist astek nû û têkilîyên dîplomatîk, destpêka qonaxeke nû ye li Iraq û herêmê ku derdikevin ber me. Eşkereye ku, Tirkîye ji van hewlên nû yên Fransa pir aciz bûye û ev jî dibe sebebê geşbûna nakîyên di navbera Tirkîye û Fransa de.

Di virde pirs ewe ku; gelo wê Kurd ji van nakokîyan çi derbasî qonaxek nû bikin ji bona xebatên xwe yên dîplomatîkî?

Piştî dan û stendinên Serokkomarê Fransa E. Macron, bi rayedarên İraq û Serokê Herêma Kurdistan Nêçîrvan Barzanî re; Serokê Herêma Kurdistan Nêçîrvan Barzanî, bi şandek re serdana Tirkîye kir û bi Serokkomarê Tirkîye û rayedarên wan re hevdîtinek dîplomatîk meşand.

Şanda li gel Serokê Herêma Kurdistanê ji Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fewzî Herîrî, Rêveberê Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî û Şêwirmendê Bilind ê Serokê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa pêk tê.

Di ajenda Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda cenabê wî de çi heye, ev ne dîyare. Lê li gor texmînan; mijar yek jê naveroka di navbera Serokkomarê Fransa E. Macron û Nêçîrvan Barzanî de ye ku, mesaja Fransa bibe ji Tirkîye re. Ev jî eşkere dike ku, rolê Herêma Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê di pirsgirêkên herêmî de sereke ne û di têkilîyan de xwedî giranîyek mezine.

Mijarek jî êrîşên Tirkîye ser herêma Kurdistanê ye. Di virde jî Herêma Kurdistanê çendîn caran Tirkîye hişyar kiribû, ku hurmetê ji serwerîya axa Herêma Kurdistanê re bigire û êrîşên xwe rawestîne. Li ser eynî mijarê İraq jî daxwaza xwe ji Tirkîye re dîyar kiribû. Lê heta niha Tirkîye êrîşên xwe nedane rawestandin!

Gelo ev hewldan û nakokîyên ku, dem dem geş dibin, îşareta hewlên nû ne ji bo herêmê an na? Emê bi hev re bişopînin..

04.09.2020