Di hilbijartinên Swêdê de heta niha 4 berbijêrên Kurd bi ser ketin

.

 Encamên destpêkê yên ne fermî eşkere dikin ku di hilbijartinên parlamentoya Swêdê de heta niha 4 berbijêrên Kurd bi ser ketine.

Li gor zanyariyan, dengdana di sê hilbijartinên Swêdê ku do di saet 08:00 bi dema wî welatî (saet 09:00 bi dema Hewlêrê) destpê kiribû, di saet 20:00an de bi dawî hat û piştî girtina sindoqan û deriyên navendên dengdanê, proseya hejmartina dengan destpê kir.

Medyaya fermî ya Swêdê encamên destpêkê ya ne fermî belav kiriye, partiyên çep zêdetir ji %50.6 dengan û partiyên rast jî rêjeya %48 dengan bidestxistine.

Herwiha li gor encamên destpêkê, heta niha 4 berbijêrên Kurd di hilbijartinên Parlamentoya Swêdê de biserketine.

Navê berbijêrên Kurd ku heta niha dengê pêwîst bidestbixin û derbasî parlamentoya Swêdê bibin, ev in: Kadir Kasirga, Lawen Redar, Serkan Kose, Gulan Avci

Hat zanîn ku Partiya Sosyal Demorkat rêjeya dengên xwe zêde kiriye û zêdetir ji %30.1 dengan misoger kiriye.

Demokratên Swêdê bi zêdekirina dengên xwe %21.3 dengan bidestxistine û niha di pileya duyem de ne û Partiya Moderate jî bi bidesxistina %16.3 dengan heta niha partiya sêyemîn a hilbijartinên Swêdê ye.

Kurdistan Haberleri

Serokkomarê Îraqê yasaya parêzgehbûna Helebceyê îmze kir
Encûmena Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê li ser êrişên dronan daxuyanî da
Sitêrek ji Hunera Kurdî ji nav me barkir! Hunermend Remezanê Omerî jiyana xwe ji dest da!
Hejmara (25) a Kovara Şermola Derket
Hemû deynên Sûriyeyê hatin dayîn