Li gorî rapora Meclîsa ISIGê, di 11 mehên despêkê yên sala 2022yê de bi kêmanî hezar û 658 karker mirine.
Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (ISIG) rapora xwe ya mirina karkeran a di dema karkirinê de ya meha Çiriya Paşiyê aşkere kiriye.
Li gorî raporê di meha Çiriya Paşiyê de 127 karer mirine. Di 11 mehên salê de jî ango di nava 334 rojan de hezar û 658 karker mirine.
Di meha Kanûna Paşiyê de 120, di meha Sibatê de 109, di meha Adarê de 122, di meha Nîsanê de 129, di meha Gulanê de 178, di meha Hezîranê de 189, di meha Tîrmehê de 173, di meha Îlonê de 161, di meha Çiriya Pêşiyê de 162 karker mirine.
Li gorî van daneyan, rojê 5 karker di dema karkirinê de mirine.
Bi tenê ji sedî 5 ji wan endamên sendîkayan bûn
Di 11 mehên destpêkê yên sala 2022yê de hezar û 440 kedkarên ku mirine karker û karmend, 218 jî esnaf û cotyar bûne.
94 jin û hezar û 564 jî mêr in. Bi tenê 89ê wan ango ji sedî 5,36ê wan endamên sendîkayan bûne, hezar û 569 ango ji sedî 94,64, ne endam bûne.
61 karkerên zarok mirine
Temenên karkerên ku di 11 mehên pêşiyê de mirine:
- 14 û kêmtir 26 zarok,
- Yên temenên wan di navbera 15-17yan de 35 zarok/ciwan,
- Yên temenên wan di navbera 18-27an de 275,
- Yên temenên wan di navbera 28-50an de 791,
- Yên temenên wan di navbera 51-64an de 342,
- 65 û berjortir 93,
- Temenên 96 karkeran nehatiye diyarkirin.
84 jê penaber/koçber bûn
Di nava van karkeran de penaber/koçber jî hebûn. Di 11 mehên pêşiyê de 84 karkerên penaber/koçber mirine.
39 jê sûriyeyî, 18 jê afganistanî, 7 jê tirkmenistanî, 4 jê ozbekistanî, her yek ji wan 3 ji îranî û rûsyayî, her yek ji wan yek azerbaycanî, belarûsî, endonezyayî, iraqî, kuweytî, nîjeryayî, pakistanî, sirbistanî, ukraynayî û yewnanistanî.