Platforma Rawestandina Kuştina Jinan (KCDP) li ser vê mijarê raporek belav kir. Di raporê de hat ragihandin ku tenê di meha Tîrmehê de 37 jin hatine kuştin û destdirêjiya li zarokan berdewam e.
KCDP, di rapora xwe de aniye zimên ku sedemên kuştina jinan nayên lêkolînkirin, tên veşartin û nayên ronîkirin.
Li gor rapora KCDP, ji serê sala 2018an û vir ve 75 jin hatine kuştin, 41 jin rastî destdirêjî hatine û 29 jin jî rastî êrîşan hatine.
Di raporê de behsa rewşa zarokan jî hatiye kirin û tê gotin ku zêdeyî 433 zarokan rastî destdirêjî hatine û piraniya kiryar û êrîşên ku li ser jin û zarokan tên kirin, ji raya giştî re nayên eşkerekirin.