“Di nav du hefteyan de hikûmet dê pêk were”

Berpirsekî YNKê dibêje, “du hefteyên din” kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê pêk tê.

Berpirsekî YNKê dibêje, “du hefteyên din” kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê pêk tê.
Berpirsê melbenda YNKê li Hewlêrê, Hacî Mesîfî ji BasNewsê re got, hewl û xebatên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê didomin. PDK û YNK jî gelekî li hev nêzîk bûne di mijara pêkanîna hikûmetê û destnîşankirina parêzgarê nû yê Kerkûkê de.


Hacî Mesîfî her wiha got, PDK û YNK duhî li Silêmaniyê civiyan. Di civînê de hat gotin ku divê bilez arîşe bên çareserkirin û hikûmet pêk were.


Wî berpirsê YNKê anî ziman ku PDK û YNK dizanin eger yek ji wan beşdarî hikûmetê nebe ew hikûmet serkeftî nabe û got, ji ber wê jî her du partî giraniya ku li ser milê wan e, dibînin.


Bi gotina Hacî Mesîfî, du hefteyên din kabîneya nû ya hikûmetê dê pêk were û YNK jî dê navê kandîdên xwe teslîmî serokê hikûmetê bike.


Daxuyaniya wî berpirsê YNKê di demekî de ye ku berpirsên PDKê dibêjin kabîneya nû dê beriya xilasbûna heyaam qanûnî (beriya 12 Tîrmehê) amade bibe.
 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne