Di Qesrên Osmanî de Helbestvanek: Şikriyê Bedlisî

Occo Mahabad

Occo Mahabad

Di edebiyata klasîk ya Kurdî de Bedlis wekî Cîzir, Îmadiye, Silêmanî, Meyafarqîn û Kêrmanşahê navendeke girîng e. Gellek edîb û nivîskarên Bedlisê hene yek ji wan jî Şikriyê Bedlisî ye. Navê wî di hinek çavkaniyan de wek Mevlâna Şikrî û Mevlâna Aşiq hatiye nivîsandin. Şikriyê Bedlîsî di sala çendan de hatiye dinyayê em nizanîn. Ew li navenda Bedlîsê welidiye.

Helbestvanê sedsala panzdehem û dawiya sedsala şanzdehem e. Perwerdeya xwe ya pêşî li medreseya Şikrî distîne di ciwaniya xwe de berê xwe dide Gîlan û Heratê, perwerdeya xwe di wan bajaran de didomîne. Pişt re dikeve di bin xizmeta mîr Şerefxanê Bedlisî. Bi Şerefxan re beşdarî hinek şeran dibe. Şikrî di cihên cuda de miftîtî, qaditî û miderisîtî dike. Şikrî ne bi tenê şair û xatibekî jêhatî ye ew bi muzîkê re eleqeder bûye û li tembûrê xistiye. Şikrî di warê hedîs, fiqih, kelam, tefsir û xîtabetê de hostayekî pirr baş e. Berhema wî ya herî girîng Selîmname ye ku mijara wê jiyannameya Siltan Selîmê Osmanî ye. Heya niha 9 nishayên vê berhemê hatine tesbîtkirin.

Di serdema Osmanî de dîroka jiyan û kirinên padişahê vê demê pirr girîng bû loma pêwîst dihat dîtin ku ew dîrok bê nivîsandin. Ji bo dîroknivîseriya serdema Yavuz Selîm, Selîmname û ji bo serdema Kanunî Siltan Silêman, Suleymanname dihatin gotin. Di dewra Osmanî de nemaze yek ji Selîmnameya Îdrîsî Bedlisî ku bi fermana Yavuz Selîm bi Farisî hatiye nivîsandin navdar e yek jî Selîmnameya Şikriyê Bedlisî ye ku bi Tirkî hatiye nivîsandin. Ji xeynî wan, Selîmnameyên Keşfî Mehmed Çelebi, Adâ’i-yi Şirâzî, Kadızâde, Sucudî, Celâlzâde Mustafa Çelebi, Hoca Sadeddin û Mahremi Çelebi bêhtirîn tên zanîn û navdar in.

Dema ku di sala 1512an de Yavuz Selîm dibe padîşah Şikrî jî diçe Stenbolê di huzûra Yavuz de qasîdeyek pêşkêşî wî dike. Ji ber vê, demekê di Meclîsa Taybet ya Yavuz de tê peywirdarkirin. Dû re di mîrîtiya Dulqadiriyan de li cem begên Elî Beg û Koçî Beg dimîne, ji bo berjewendiyên wan xizmet dike. Şikrî hem bi Yavuz Selîm re beşdarî sefera Îran û Misrê dibe hem jî bi Kanûnî re tevî sefera Belgrad û Rodosê dibe.

Ew bi mîrê Diyarbekirê yê yekem Bıyıklı Mehmed Paşa û bi Sedrazam Îbrahîm Paşa re têkiliyên xurt datîne. Şikrî bi xwesteka Elî Beg di sala 1521ê de Selîmnameya xwe dinivîse, pişt re bi pêşniyarên Koçî Beg hinek çewtiyên vê berhemê sererast dike (1523-1524). Bi alîkariya Sedrazam Îbrahîm Paşa, berhema xwe di sala 1530an de pêşkêşî Kanunî Siltan Silêman dike. Ji ber vê bi 15 hezar akçeyê û her wiha li aliyê Diyarbekirê bi zeametekê tê xelatkirin.

Selîmname behsa bûyerên di navbera salên 1490 û 1531ê dike. Şikrî, bi taybetî seferên Misir û Îranê bi vegotineke herikbar aniye zimên. Di berhemê de tê dîtin ku erdnigariya Kurdistanê bi detayî hatiye nivîsandin. Selîmname dewr û jiyana Yavuz Siltan Selîm bi zimanekî balkêş ji me re neqil dike. Berhem di terza mesnewî de hatiye nivîsandin û bi tevahî 5829 beytan pêk hatiye. Selîmname di hinek çavkaniyan de bi navê Futûhâtu’s-Selîmiyye an jî Futûhât-ı Selîm Han hatiye destnîşankirin.

Şikrî berhemên xwe bi şeş zimanî, Kurdî, Tirkî, Farsî, Erebî, Ermenkî û Hîndî nivîsandine. Heta niha helbestên wî yên Kurdî derneketine holê lê wî di fexriyeyeke xwe de ku bi Tirkî pêşkêşî Siltan Selîm kiribû behsa helbestnivîsandina xwe ya Kurmancî kiriye. Em dikarin bibêjin ku Şikriyê Bedlîsî, yekem helbestvanê Bedlisê ye ku di sedsala XV û XVIem de bi kurdî helbest nivîsandine. Tê angaştin ku Şikrî ji aliyê terz û teşeya helbestnivîsandinê ve di bin bandora şair Ali Şîr Nevâî de maye.

Şairê sedsala XVIIem yê dîwanî İbrahim Cevrî, ziman û rêbaza Selîmnameya Şikrî naecibîne,  wezna orjînal ya vê berhemê diparêze, ji nû ve dinivîse. Ji vê nishaya guherandî heta îro libek maye û niha di Beşa Menzûm ya Pirtûkxaneya Milet de li numreya 1310an parastî ye. Yusufê Katibê Çerkezan, di sala 1620an de Selîmnameya Şikrî vediguherîne ser nesrê û bi zimanekî pexşanî ji nû ve dinivîse. Ji vê berhema pexşanî gellek nishe gihîştine roja me. Alfons Leopold Steidl li ser Selîmname tezeke doktorayê amade dike û berhemê bi navê Die Wiener Handschrift des Selīmī-nāme werdigerîne zimanê Elmanî.

Melle Şihabî ku nivîskarê kitêba Dîroka Yêmenê ya menzûm e kurê Şikriyê Bedlisî ye. Di destê me de li ser dîroka mirina Şikrî Bedlisî agahiyên teqez tune lê tê texmînkirin ku di sala 1531ê de wefat kiriye. Ew wekî Şerfxanê Bedlisê û Îdrisê Bedlisê di dewra Osmanî de bi şexsiyet û hewldanên xwe nivîskarekî girîng e.

ÇAVKANÎ:

-  Ahmet Uğur, Şükrî-i Bitlisî ve Selim-nâmesi, AÜİFD.

- Mustafa Argunşah, Bitlisli Şükrî’nin Yavuz Sultan Selim Mersiyesi, EÜ Sosyal Bilimler Enstitüsü Dergisi.

- Mustafa Argunşah, Şükrî-i Bitlisî, Selim-name, Erciyes Üniversitesi Yayınları, Kayseri, 1997.

- Mustafa İsen, Gelibolulu Alî, Künhü’l-Ahbâr’ın Tezkire Kısmı,  AKM Yay., Ankara.

- Kınalızade Hasan Çelebi, Tezkiretü’ş-Şu‘arâ, Haz. İbrahim Kutluk, T.T.K.Yay., Ankara 1989.

- Franz Babinger, Osmanlı Tarih Yazarları ve Eserleri, Ankara, 2000.

- Bursalı Mehmet Tahir Bey, Osmanlı Müellifleri, 3. Cilt.

- Ercan Gümüş, 16. Yüzyıl Osmanlı Tarihçisi Şükri-yi Bitlisi ve Eseri Selimname.

- Kübra Ceren Kurşun, Selimnameler ve Süleymannamelerde Kudüs.

- Mehmed Süreyya, Sicill-i Osmani, Cild-3.

- Prof. Dr. M. C. ŞehabeddinTekindağ, “Selim-nameler”, Ist. Ün. Ed. Fak. Dergisi, Sayı: 1.