Di rewşa ewarte de li navçeya Şemzînanê ya bakurê Kurdistanê hin dever wek herêma ewlehiya taybet hat ragihandin. Walîtîya Colemêrgê beyanekê derxist, beyan wiha ye:
”Êrîş û çalakîyên hêza cudaxwazî ya terorîst di rojên dawî ya li sînorê bajarê me bandorek neyînî li jîyana rojane ya aborî û civakî kiriye. Di encamê van êrişan de welatiyên me jiyana xwe ya rojane, faeliyetên civakî û aborî nikarin êdî pêk bînin.
Divê çerçoveyê de li herêmên Kanîya Kewan, Herêma Harmanê û herêma di navbera başûr de dimîne, başûrê çiyayê Kelkîtê, rojavayê bakurê Taxa Zorgeçîtê ji roja 10 Tebaxê heta 15ê Tebaxê wek herêmên ewlehiya taybet hatine îlankirin”