Mustafa Ozçelîk:
Di rêya bidest xistina mafê fermîbûn û perwerdeya bi zimanê kurdî de em dikarin dersa bijarte ya kurdî bikin pêlikekê
Di dibistanên li Tirkîyeyê û li Kurdistanê de, di polên 5,6,7 û 8an de mafê malbatan heye ku wek dersa bijarte, ji bo zarokên xwe dersa kurdî( Kurmancî, Kirdkî/Zazakî) hilbijêrin.
Helbete ku mafê perwerdeya bi zimanê kurdî, fermîbûna zimanê kurdî mafekî rewa û bingehîn ê miletê Kurd e.
Lê belê, li gel parastina mafê fermîbûn û perwerdeya bi zimanê kurdî , divê em li mafê xwe yê dersa bijarte ya kurdî jî xwedî derkevin.
Dewleta Tirkîyeye nuha di hilbijartina dersa kurdî de, di tayîn kirina mamosteyên dersa kurdî de gelek astengîyan derdixe; ev li ber çavan e.
Lê aşkereye ku, heger ji 2012ê heta îro, di navbeyan van 12 salan de, her sal 100 hezar, 200 hezar zarokên kurdan dersa bijarta ya kurdî hilbijartibûna, îro dê bi kêmnî mîlyonek zarokê kurdên kurd ên ku bi kurdî nizanîbûn, dê kurdî fêrbibûna.Herweha dê ew tirsa ji bo hilbijartina dersa kurdî jî derzeke mezin xwaribûya û Dewleta Tirkîyeyê jî dê nikarîbûya bi hêsanî, bi vî şiklê ku îro dike, astengî derxista.
Gava ku bi sedhezeran zarokên kurd dersa kurdî hilbijartibûna, dê pêwîstîya bi hezaran mamosteyên dersa kurdî jî derketa hole. Zêdebûna daxwaza li mamosteyên kurdî, di unîwersîteyan de, di beşên zimanê kurdî de, dê mamosteyên zimanê kurdî jî zêdetir bikira.
Herweha zêdebûna daxwaza dersa bijarte ya kurdî, dê bazara pirtûkên kurdì, tîcareta bi zimanê kurdî, bazara telewîzyon û fîlm û xebatên cuda cuda yên bi kurdî jî firehtir bike.
Ev yeka jî dê bingehê fermîbûn û perwerdeya bi zimanê kurdî xurtir bike.
Belê, bikaranîna mafê dersa bijarte ya kurdî jî, beşek e, îmkanek e, şansek e ji bo fêrbûn û lêxwedî derketina zimanê kurdî û dive em firsendê bikar bînin.
-Helwestên ku bi îhtîyad li dersa bijarte ya kurdî dinerin û piştgirîya wê nakin, zirarê digihînin fêrbûna zimanê kurdî -
Her gaveke ku parastin û piştgirîya fermîbûn û perwerdeya bi zimanê kurdî (kurmancî, kurdkî/zazakî), axaftin, nivîsandin, fêrkirina zimanê kurdî dike, diparêze, teşwîq dike, pêşde dibe, pêk tîne, em girîng dibînin û em piştgirîya wan dikin.
Heger em bikaribin pêk bînin da ku bi sed hezaran zarokên kurdan dersa bijarte ya kurdî hilbijêrin, ev dê rêya fermîbûn û perwerdeya bi zimanê kurdî jî xweştir û xurtir bike. Ji ber wê jî em ji bo dersa bijarte ya kurdî dibêjin: ‘’têrê nake, lê dîsa jî em dibêjin erê’’.
Ji ber vê yekê jî, em dibêjin, her gotin, helwest, boykot, biçûk dîtin, rêlibergirtin, sist kirin, teşwîq nekirin û li dij derketina ji bo dersa bijarte ya kurdî, dê gelek pirsan bîne hişê mirovî, dê zerarê bide fêrbûna zimanê kurdî, dê zerarê bide her çalakîyeke ji bo zimanê kurdî.
-Em bangî rayedarên Dewleta Tirkîyeyê, miletê kurd û hemû alîyên peywendîdar dikin-
Berîya her tiştî em bangî rayedarên Dewleta Tirkîyeyê dikin da ku van daxwazên me bînin cîh:
1-Ji bo ku dersa bijarte ya bi zimanê kurdî ji dibistana destpêkê ya zarokan û ji destpêka pola yekê heta dawîya pola 12yê be, divê gavên pêwîst bêne avêtin.Divê hemû astengîyên li ber dersa bijarte ya kurdî heyin ji hole bêne rakirin.
2- Ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û bibe zimanê perwerdeyê demildest divê gavên pêwîst bêne avêtin, di Qanûna Bingehîn û di hemû Qanûnên Dewleta Tirkîyeyê de guhertinên pêwîst bêne bicîh kirin.
Ji bo miletê kurd û hemû alîyên peywendîdar re jî ev banga me heye:
1-Zarokên xwe li dersa bijarte ya kurdî(kurmancî û kirdkî/zazakî) de qeyd bikin.
2-Kurdên ku bi kurdî nizanin hemû îmkanên xwe seferber bikin da ku hûn fêrî Kurdî bibin.
3-Hemû Kurdên ku bi kurdî dizanin, li nav malê, li kolanan , li sûkê, li dibistanan, di karên xwe de, di jîyana rojane, di tîcaretê de zimanê kurdî bikin zimanê xwe yê esas yê jîyanê.
4-Hemû partîyên sîyasî, dezgehên sivîl , TV, radyo û rojnameyên kurdan; hemû sîyasetmedar, nivîskar rewşenbîr û hunermendên kurd, divê Kurdî bikin zimanê xwe yê esasî yê sîyasetê, nivîsandinê, çalakîyên dezgehên xwe û rewşenbîrî û hunerî.
5-Hemû partîyên sîyasî, dezgehên sivîl , TV, radyo û rojnameyên kurdan, karsazên kurdan, potansîyela Diasporayê ya kurdan, bi awayekî fiîlî û ji bo li ser Platformên Digital kurd bikaribin Kurdî fêr bibin divê hemû îmkanên xwe seferber bikin, projeyan çêbikin, dibistanan, kûrsan, dezgehan û amûran vekin, damezrînin.
6-Kurdên ku bi kurmancî dizanin divê hewl bidin Kirmanckî/Zazakî fêr bibin, fêhm bikin; Kurdên ku Kirmanckî/Zazakî dizanin jî divê hewl bidin ku bi kurmancî fêr bibin, fêhm bikin.
7-Ji kîjan partîyê dibe bila bibe, em bangî hemû parlamenterên kurd dikin da ku piştigrîya dersa bijarte ya bi zimanê kurdî bikin; ji bo dersa bijarte ya bi zimanê kurdî ji dibistana destpêkê ya zarokan û ji destpêka pola yekê heta dawîya pola 12yê be, d gavên pêwîst biavêjin û piştgirîya kampanyaya îmzeyê ya ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û bibe zimanê perwerdeyê bikin.
8-Di serî de em bangî hemû namzedên serokatîya beledîyeyan û namzedên endamtîya meclîsên beledîyeyan yên li Bakurê Kurdistan û namzedên serokatîya beledîyeyan û namzedên endamtîya meclîsên şaredarîya Stenbolê, Îzmirê, Mêrsînê, Edeneyê, Enqereyê, Antalyayê, Navçeyên Konyayê û bajarên din yên ku nifûseke zêde ya kurdan lê heye dikin da ku dibistan, kurs û dezgehên fiîlî û digital yên ku perwerdeya bi zimanê kurdî dikin û kurdî fêr dikin vekin.
17.02.2024
Mustafa Ozçelîk