Di sê mehan de 2000 malbatên Ereb li Xaneqînê hatine bicihkirin

.

 Li Xaneqîn a Başûrê Kurdistanê 36 gundên Kurdan hatine valakirin, hinek ji wan Erebên hawirde yên ku ji derve ne hatine bicihkirin û hinek jî bûne baregehên leşkerî yên Heşda Şebî ku erd û zeviyên wan jî ji destên wan hatine derxistin.

Welatiyekî ji Xaneqînê Serbest Birzo ji Rûdawê re got, “Piraniya gundan hatine valakirin. Niha çandiniya derdora Xaneqînê di destê xelkên din de ye û di destê Kurdan de nemaye. Ez dibêjim heger rê li ber neyê girtin di pêşerojê de bi eşkereyî ew der dê were Erebkirin.”

Li Xaneqînê di sê mehan de nêzîkî 2000 malbatên Ereb bi rêya Daîreya Rewşa Sivîl li ser nasnameyên bajêr hatin tomarkirin.

Parêzer Beşar Ehmed anî ziman, “Du hezar malbat, ne yek kes, ev tê wê wateyê ku heger di her malbatekê de 5 kes hebe, dê bibe 10 hezar kes ku daxwaza qerebûkirinê dikin. Anîna van 10 hezar kesan dê bandorê li demografiyaya Xaneqînê bike.”

Li gorî amaran û daneyan, ji bilî kirîna xaniyên Kurdan li bajarê ku piraniya şêniyên wê Kurd in, Erebkirinê metirsiyeke mezin li ser çandinî, perwerde û nasnameya Xaneqînê çêkiriye.

Serokê Desteya Herêmên Nakok li ser Erebkirinê got, “Belê, Erebkirin heye û metirsiyeke mezin e. Eger serkirdayetiya Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê cidî nebe li hember vê metirsiyê, baweriya we hebe ku proseya Erebkirinê dê derbasî qonaxeke din bibe ku dibe qonaxa veguhestinê. Ev metirsî ye lewma divê em li ser vê mijarê hişyar bin.”

Li gorî ragihandina rêveberiya bajêr, piştî bûyerên 16ê Cotmehê zêdetirî 3 hezar malbatên Kurd ji Xaneqînê derketine û firotina mal û zeviyan ji aliyê Kurdan ve berdewam e.

Kurdistan Haberleri

Piştî Kurdan Ereb jî konferansa xwe li dar dixin
Li Îranê teqîneke din çêbû: Mirî û birîndar hene
Li asmanan li pey xeyalên xwe difire: 'Ez bi jinbûn û Kurdbûna xwe serbilind im'
Jan Îlhan Kizilhan: Jenosîd bi rêya nexweşiyên derûnî derbasî nifşên nû jî dibe
Li girtîgeha Îsfehan a Îranê 6 girtî hatin bidarvekirin