Di sed saliyê wê de Peymana Sykes-Picotê ku bûbû bingeha parçekirina Kurdistanê, li bajarê alman Kolnê, bi navê ' Ji bo rojeke serbixwe' xwepêşandanek tê lidarxistin.
Grûbek ji rewşenbîr, hunermend û çalakvanên kurd yên li Almanyayê dijîn bang li vê xwepêşandanê kir û heta niha, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Kurdistanê (PAKURD), Partiya Demokrata Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê (PDK-BAKUR), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Hereketa Azadî jî di nava wan de gelek sazî û partiyên kurd jî bi bangan piştgiriya xwe ji bo vê çalakiyê diyar kirine.
Li gorî agahiyên grûba amadekar, wê xwepêşandan bi programeke dewlemend ya çandî bê pêşkêşkirin û di xwepêşandanê de tenê alaya Kurdistanê bê hildan.
Xwepêşandn di 14.ê Gulanê de li meydana Heumarktê ya Kolnê tê lidarxistin.
Agahiyên derbarê xwepêşadanê:
Dem: 14. Gulan 2016
Demjimêr:13:00
Cîh:Heumarkt, Koln