Di ser kuştina Ugur Kaymazê 12 salî û bavê wî Ahmet Kaymaz re 20 sal derbas bûn.
21ê Çiriya Paşîn a 2004an hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li navçeya Qoserê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKyê, bi ser mala Ahmet Kaymaz de girt.
Hêzên ewlehiyê piştî mala Kaymaz dorpêç kir, li ber deriyê malê gule li Ugur Kaymaz û bavê wî Ahmet Kaymaz reşandin.
12 salî bû bi 13 guleyan hat kuştin
Li gorî rapora Bijîşkiya Dadî, 8 gule li Ahmet Kaymaz û 13 gule li laşê Ugur Kaymazê ku bi şimikê li pey bavê xwe çûbû ber derî ketibûn.
Her duyan jî li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.
Piştî bûyerê, parêzgarê wê demê yê Mêrdînê di daxuyaniyekê de îdîa kiribû ku "2 gerîlayên PKKyê hatine kuştin" ku wan amadekarî dikir çalakiyên çekdarî bikin.
Beşeke medyaya Tirkiyeyê jî wêneyê Ugur Kaymazê 12 salî li gel nûçeyekê belav kirin û wan ew wekî “terorîst” nasand.
Li ser daxwaza malbata Kaymazan, li Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê gilî hat tomarkirin û di dosyeya kuştina Ugur Kaymaz û Ahmet Kaymaz de 4 polîs dihatin dadgehkirin.
Bi hinceta ewlehiyê dosye ji Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê ji bo Dadgeha Eskîşehîra Tirkiyeyê hat veguhestin.
Dadgeha Eskîşehîrê bi hinceta ku wan “parastina xwe kiriye” her çar polîs ceza nekirin û biryar da ku wan tawan nekiriye.
Ev biryara Dadgeha Eskîşehîrê bi tevahiya dengên Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê hat pesendkirin.
Tevî biryara DMMEyê lêkolîn hat redkirin
Parêzerên Komeleya Mafên Mirovan a Mêrdînê dosye veguhast Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME).
Di wê dosyeyê de ku Tirkiyeyê biryara bêtawanbûna tohmetbaran dabû, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Sibata 2014an ji ber “binpêkirina mafê jiyanê” cezayê dana pereyan li ser Tirkiyeyê ferz kir.
Li gel biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya li ser wê dosyeyê, Dadgeha Destûrê ya Tirkiyeyê red kir ku careke din lêkolînê derbarê wê bûyerê de bike.
Parêzerên dosyeya Ugur Kaymaz sala 2019an careke din daxwaz ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kir ku çavdêriya bicihneanîna biryara dosyeya kuştina Ugur Kaymaz û Ahmet Kaymaz bike.
Ji wê rojê û heta niha derbarê wê dosyeyê ti pêşhateya nû û guherîn çênebûne.