Li Bakûrê Kurdistanê li bajarê Rihayê li navça Sêweregê bi sedan kewarên mêşên hingiv di şewata arazî de şewitîn. Şewat li gundê Işıldarê ku ji navçê 5 km dûre çêbû.
Sedema şewatê nehat zanîn lê di demekî kurt de agir belav bû. Gundî xebitîn da agir vemirînin û hem xeberê dan îtfaiyê.
Agir xistin bin kontrolê lê bi sedan kewarên mêşên hingiv şewitîn. Sarkirina ciyê şewatê dewam dike lê xelk dibêje ku agir ji têlên elektrîkê derketiye.