Di sîyaseta navneteweyî de berjewendî faktora yekem e

.

Rojnameya Agirî ya ku PDK-Îran diweşîne di hejmara xwe ya 437an da bi endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PAKê Mîrza Akar ra hevpeyvînek kir.

Rojnameya Agirî: Rêzdar Mîrza Akar hûn rola partiyên Kurdî di navbera rikeberiyên Amerîka û Rûsyayê de li Rojhilata Navîn de çawa dinirxînin?

Mîrza Akar: Heger em bi giştî bifikirin, her dewletekî zilhêz (Amerîka, Rûsya, Brîtanya, Çîn, Fransa, Almanya û hwd.) li Rojhilata Navîn, li gor berjewendîyên xwe yên neteweyî, xwedî plan û projeyên stratejîk in.

Welatê me Kurdistan li Rojhilata Navîn û Nêzîk de, cîyekî stratejîk cîh digire. Hîn bi peymana Sykes-Picot ku 1916an de ku di navbera Înglîstan û Fransa de û bi pejirandina Rûsyayê hat îmzekirin, erdê Împaratoriya Osmaniyan di navbera xwe de perçe dikirin. Lê piştî Şoreşa Oktober ya Rûsyayê, hukumeta Şoreşê plana Sykes-Picot ku bi dizî bû, eşkere kirin û ew xwe ji wê peymanê vekişandin. Piştî şerê Yekem yê Dunyayê, Îngilîstan û Fransa bi dewleta nû ya Tirk ku serkêşiya wî Kemal Ataturk dikir, Kurdistanê di navbera xwe de fermî perçe kirin. Bi Peymana Lozanê ku çend mehên din wê sed salê xwe dabigre, perçê mezin ji Tirkiyê re ma, perçeyek bi mandata Irakê ve ji Îngilîstanê re û perçeyek jî bi mandata Suriyê ji Fransayê re ma. Jixwe perçeyek di bin destê Îranê de bû.

Piştî vê peymanê Kurdstan bû kolonîyekî navneteweyî û qedera Kurdistanê ket destê zilhêzan. Kurdistan bû berikek lîstika wan. Şerê duyem yê dunyayê de Rojhilatê Kurdistanîê bû platformeke rikberiya Îngilîstan û Rûsyayê.

Bi dehan sale ku pêşî Rûsya wek Pakta Varşova û Amerîka jî di NATO yê de li ser herêmê hukim dikirin. Îro jî, her dû welatên zilhêz li gor berjewendîyên xwe yên neteweyî bi plan û bernameyên stratejîk hukmê xwe didomînin. Heger car caran têkiliyên wan li hin perçeyan, bi aliyên Kurdî re çêbûbin jî, herdem hevkarê dewletên ku Kurdistanê di navbera xwe de perçekirine re bûne.

Piştî şerê Duyem yê Dunyayê, Dewletên Yekbûyî yê Amerîka derket pêş. Heta Yekîtiya Sovyetê têkçû, DYA û Yekîtiya Sovyetê Kurdistanê kirin qurbana balansa navbera xwe.

Îro jî, Kurdistan bi çar parçeyên xwe ve, ji bo birêvebirina bernameyên xwe, ji bo wan herdû welatan giring e. Helbet ev herdû welat jî, di danûstandinên xwe yên bi partîyên kurdî re jî li gor plan û projeyên berjewendîyên welatên xwe birêve dibin. Li vir a giring hêza partîyên Kurdî ya di nav gel de, hêz û zanistên wê yên dîplomasî, zanînên wê yên dan û standinan , proje û planên partîyên Kurdî û ya herî giring, çi bide wana ku beramber wî çi bidest bixe, bû. Di vir de daxwaz gihîştina armancê ye. Ji bo wî jî, divê partîyên Kurdî di daxwazên xwe de zelal bin. Ji bo daxwazên xwe xwedîyê bername bin. Divê, partîyên Kurdî li gor berjwendîyên neteweyî rola xwe bileyîzin. Take rêya biserketina dîplomasî û danûstandinan ew e.

Tê zanîn ku, di sîyaseta berjewendîyên welatan de, dostên her gav dost û dijminên her gav divmin tune ne. Li gor rewşê dijmin dikare bibe dost, dost jî bibe dijmin. Berjewendî li pêş hemû tiştî ye. Divê partîyên Kurdî jî bi wê saîkê tevbigerin..

Rojnameya Agirî: Rêzdar Mîrza Akar Rûsiya pêka hewce piştgiriya partiyên Kurdî Sûriyayê nake sebeb çiye?

Mîrza Akar : Hevkarîya Rûsya û Sûrîyê qedîm e. Em dikarin bêjin ev niv qirn e, ev peywendî heye. Pêşî bi Hafiz Esed re, piştî wê jî, bi kurê wî, Beşar Esed re ev peywendîyên di warê sîyasî, aborî û leşkerî de didome. Rûsya ji bo Sûriyeyê girîng e, ji ber ku bi alîkarî û piştgiriya Rûsyayê, li piya ye. Sûrîye jî ji bo Rûsyayê girîng e, jiber ku him li Rojhilata Navîn û him jî li dor Behra Spî yekane dewlet e ku erdê xwe kendav xwe ji leşker, balefir û keştiyên Rûsyayê re vekiriye. Ne ji Suriyê be, tu welat cî nade keştiyên şer yên Rûsyayê.

Pêşîya krîza sîyasî ya Sûrîyê tu daxwazekî tevgera kurd li Sûrîyê ya mafê statûyê (Xwe muxtarîyet, Fedreralî ya jî serxwebûnê) tune bû. Bitenê daxwaza mafên çandî hebûn. Piştê têkçûna sîyasî ya dewleta Sûrîyê, tevgera kurdî li gor derfetên nû, daxwazên xwe bilind kirin.

Rûsya berê jî û nuha jî piştgirîya daxwazên Kurdan nake, ji ber ku, Rûsya li gel parçebûna dewleta Sûrîyê nîne. Li gel ku ev 11 sal e dewleta Sûrîyê parçebûyî ye û gelek dest û hêzên navdewletî ketine nav û axa dewleta Sûrî parçe bûye, her herêmekê hêzek birêve dibe jî Rûsya her piştgirîya rejima Beşar Esed kiriye û nuha jî dike. Hewil dide carekî din di nav sînorê wê yê berê de, dewleta Sûrîyê yekpare bimîne.

Rûsya her riya Şamê nîşanî Rêvebiriya Xweser û herweha hêzên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê dide.

Rojnameya Agirî: Gelo siyasetên piştigîriya aliyên Komarîxwaz û Demokratxwaz yên Amerîkayê li derheq paşeroja Kurdan li Rojhilata Navîn de çawa dinirxînin?

Mîrza Akar : Di siyaseta hundirîn de ferqiyetên her du aliyan hene û berbiçav in. Di kar û barên derve de ferqiyetên navbera herdû alîyên (Komarîxwaz û Demokrasîxwaz) cûdahîyên nûansî hebin jî, ne mezin in.

Amerîka îro li Rojhilata navîn e. Peywendî û stratejîyên wî hem bi dewletên herêmê re û hem jî bi muxalefetên wan re hene. Amerîka baş dizane ku gel û neteweyekî kurd heye, neheqîyekî dîrokî lê hatîye kirinê. Û kurd bi giştî wê neheqîyê qebûl nekirine, ji bo ji holê rakirina vê neheqîyê bi dehan sale têkoşane û niha jî têdikoşin.

Amerîka li gor stratejîya xwe dema pêwist buye bi Kurdan re têkildar bûye. Ji ber Turkiye endamê NATO ye, tu car nexwestiye bi hêzên Bakûrê Kurdistanê re yekser têkildar bibe. Di dema Şah de meriv dikare ji bo Rojhilatê Kurdistanê re jî vê yekê bibêje. Heger pêwendiyê Amerîka bi Rêvebiriya Xweser û bi Herêma Kurdistanê re hebe, ji ber şerê bi ÎŞÎDê û dijberiya Esad Û Sadam çêbûye.

Hem Komarîxwaz û hem jî Demokrasîxwaz bi giştî Amerîka li gor berjewendîyên xwe yên neteweyî tevdigerin. Di şêweyên peywendîyên bi kurdan re, ferqên biçûk, di navbeyna herdû alîyên Amerîkî de hene.

Rojnameya Agirî: Gelo siyaseta Rûsyayê ya di derheq gelê Kurd de, piştî şerê Ukraynê, ber bi çi aliyekê ve diçe?

Mîrza Akar: Ku em li dîroka pêwendîyên di navbera Rûsya û Kurdan de binêrin, emê bibînin ku Rûsya tu carê li gel kurdan helwestekî baş negirtiye.

Me li jor qal kir, beriya Şoreşa Oktobrê, Rûsya bi planê hevkariya Sykos-Picot re bû ku Kurdistana di bin nîrê Osmaniyan de, di navbera xwe de perçe dikirin. Piştî Şoreşê, Lenîn piştgiriya dewleta Tirk ya Ataturk kiriye ku perçê mezin yê Kurdistanê îlhaq kiribû. Piştî Şerê Duyem yê Dunyayê Rûs piştgirî dan Şah, pişta xwe dan Komara Mahabadê. Amerîka him dema Şoreşa Îlonê û him jî dema Şoreşa Gulanê piştgiriya Mele Mustafa Barzanî nekir. Bi kurtî em vî sedûbîst salên dawîyê bînin ber çav, emê bibînin ku Rûs ne dema Çar, ne dema Lenîn, Stalîn de û ne jî nuha tu car nebûne dostê Kurdan. Her tim piştgirîya dagirkerên Kurdistanê kirine. Heger Rûsya bixwaze dikare bi hêsanî Esat mecbûrî lihevkirinek bi Kurdan re bike. Nuha Rûsya li dû lihevhatina Erdogan û Esad e ku encamê wê ruxandina Rêvebiriya Xweser be.

Îro, ji ber şerê Ûkrayna ku Rûsya hem di warê aborî de û hem jî di warê siyasî de her çend qels ketîye jî, peywendî û danûstandinên wî bi dewletên dagirkerên Kurdistanê re zêdetir bûne.

Herçend li jor me behs kiribû ku, di prensîbên sîyaseta danûstandinan de, berjewendî li pêşe jî, niha tu çirûskekî ku di pêşerojê de pêngavekî erênî ya Rûsyayê li gel gelê kurdistanê naxûyê.

Di karûbarên we de serkeftina we dixwazim

Silav û rêz

Mîrza Akar, Endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya Partîya Azadîya Kurdistanê-PAK

02.01,2023

Çavkanî: https://kurdistanmedia.com/.../1/newsletter/agiri-437jpg.pdf

Kurdistan Haberleri

Em ji tûndûtujiya li hember jinê re dibêjin na!
Komisyonê encamên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pesend kir
Geir Pedersen: Pir Girîng e Sûrîyê Nekeve Nav Şer
Nêçîrvan Barzanî: Ji bo bidestxistina edalet û wekheviyê em soz didin jinên Kurdistanê
Partiya Newrozê hat damezrandin