Îro (12.09.2016) di saet10.30an de li Wanê teqînek lidarket. Di vê teqînê de 19 kes birîndar bûne. Teqîn li nêzî avahîya Teşkîlata Wanê ya PAKê qewimîye û avahîya PAKê di teqînê de xesareke mezin dîtîye.
Hat ragahandin ku ji ber pîrozkirina cejna qurbanê piştî nîvro dê li avahîya PAKê bihata kirin, di vê saeta teqînê de kes li Teşkîlata PAKê nebûye
PAK dê malûmatên berfirehtir di demên pêş de bi raya giştî ve parve bike û ew şîfaya xêrê ji birîndaran re dixwaze û êrîşê rûreş dike.