Di Tewrat, Zebûr û Încîlê de Med/Kurd

Lokman Polat

Lokman Polat

Min 15 sal berê li ser mijara di Tewrat, Zebûr û Încîlê de Med/Kurd gotarek nivîsîbû û Ew nivîsa min di malpera ”Mehname”yê de hatibû weşandin. Niha li ser vê mijarê pirtûkek kete destê min û min ew xwend. Ez ê derbarê vê pirtûkê de hinek agahdarî bidime xwendevanan û bi kurtahî naveroka wê pêşkêş bikim.

Navê pirtûkê ”Di pirtûka pîroz de Med” e. Pirtûk ji alî ”Enstîtuya Kurdî Li Stockholm”ê ve hatiye weşandin. Ji xwe pirtûkê serokê Enstîtuya Kurdî birêz Kamran Simo Hedêlî diyariyê min kir û û min jî bi qewlê Hekariyan ve demildest dest bi xwendina wê kir û min bi dilxweşî ew xwend.

Pirtûk 147 rşpel e. Nivîskarê pirtûkê Ender Peker e. Li ser berga wê navê weşanxaneyê û logoya wê ku logo wêneya westayê edebiyat kurdî nemir Ahmedê Xanî ye. Navê wî û wêneya wî sembola edebiyata kurdî ye. Ew yek ji ruknê wêjeya neteweya kurd e. Nivîskar Ender Peker pirtûkê bi tirkî nivîsiye û wergera ji tirkî Bêcîrman Bêcîrmanî wergerandiye kurdî. Mîzanpaj û kurdîkirina nexşên di pirtûkê de jî Şoreş Reşî amade kiriye.

Di naveroka pirtûkê de pêşgotinek û hivdeh/17 babetên cuda hene. Derbarê her mijarê de lêkolîn û çavkanî hene. Derbarê bav û kalên medan/kurdan de agahdarî heye. Sedemê ku med/kurd di pirtûka pîroz de ne tê qal kirin. Ruxandina Babîlê û damezrandina împaratoriya Medan, zagonên medan û di Încîlê de med bi berferehî tê rave kirin.

Pastor Vahît Yildiz pêşgotin ji bo pirtûkê nivîsiye. Ji pêşgotinê diyar dibe ku V. Yildiz kurdekî mesîhiye ango xirîstiyan e, Îsewî ye. Ez berê nizanibûm ku arebên xirîstiyan û kurdên xirîstiyan hene. Xirîstiyanên navçeya me ermenî bû, me ji wan re digot fileh. Dema ez çûm Libnanê/Beyrutê û li cem Filîstîniyan fêr bum ku arebên xirîstiyan hene. Serokê hêza filîstîniyan ango serokê cephê tehrîr Fîlîstîn George Habbaş ku min ew bi xwe dît xirîstiyan bû. Yanî ew areb bû û ola malbata wan û ya gelek areban xirîstiyanî bû. Ji xwe falanjîstên Beyrutê jî xirîstiyan bû. Dema ez hatim Swêdê li Swêdê min kurdekî keldanî dît, nas kir wî got ”Em kurd in lê kurdên Mesîhî ne, misilman nîn in. Em tenê bi kurdî/kurmancî diaxifin. Beriya ku Îslam derkeve û were têkeve Kurdistanê em Mesîhî bûne.”

Ji xwe li gore lêkolînên dîrokzan jî kurd pirolî ne. Hinek Zerdeştî, Êzîdî, yahudî, Mesîhî, Îslam, Alewî, Sunî bûne. Hêj jî hinek olên cuda di nav kurdan de hene. Ji xwe alewîtiya kurdên bakurê Kurdistanê neweke Bektaşîcîtiya tirkmenan û neweke çîaya farisan e. Taybetmendiyeke bi serê xwe ye û diçibe Êzdîtî û Zerdûçtiya kurdan.

Ji kurtegotara Kamran Simo Hedêlî diyar dibe ku nivîskarê pirtûka ”Di pirtûka pîroz de Med” Ender Peker keşîş e. Kamran Simo Hedêlî dibêje ; ”Gelek aliyên dîroka kurdan yên di tarîtiyê de mayîn û hîna derneketine holê hene….Tê zanîn ku kurd xwedî yê dîrokeka pir kevnare bi rûmet, dûr û dirêj in. Di pêşketina şarîstaniya mirovatiyê de roleke sereke leyistine û ji gelek pêşketinan re pêşengî kirine. Lê heta ji derdorên xêrnexwaz û dagirkerên Kurdistanê hatiye, pêşengiya Kurdan a di herêmê de înkar kirine. Gelek qenciyên Kurdan ji xwe re nivîsandine. Bi vê înkarkirinê nesekinîne, dîroka xwe li ser dîroka kurdan avakirin. Li gorî hêz û karîna xwe li pêş ronîkirina rastiyên dîrokê bûne asteng….

Cihê dilxweşiyê ye ku di van salên dawî de ji alî tekêkesan ve be jî, li ser babetê cuda lêkolînên hêja têne kirin. Yek ji van lêkolînan jî, berhema keşayê birêz Ender Peker e. Heta niha , yek ji aliyê dîroka kurdan ya di tarîtiyê de mayî û lêkolîneka kûr û hûr li ser nehatî kirin jî, di pirtûkên pîroz de kurd çawa hatibûn ziman bû. Di vê pirtûka di dest we de ew babet hatiye lêkolîn kirin. Em bawer dikin, ev pirtûkê wê valahiya di dîroka kurdan de hinekî dagire. Bi vê lêkolîn hêja Keşa Ender Peker rûyên gelek derewkaran nîşanî xwendevanên xwe dike.” Rûpel . 9.

Di pirtûka Ender Peker de qala bajarê Şirnexê, çiyayê Cudî, tofana Nuh pêxember dike, li gorêpirtûkên olî şîrove dike. Çêkirina avahiya burca Babîlê, tevliheviya zimanan, belavbûna xelkan/gelan ji Babîlê li cîhanê û gelek çîrok û çîrçîrokan û tiştên dûrî eqil ango yên neeqilane tê qal kirin. Ji xwe cihê ku eqil û mantiq hebe tiştên olî nerast têne dîtin. Ol, olperestî semawî ne, ruhanî ne, îlm û zanîn nîn e, bîr û baweriye, baweriya hestên ruhî ye, ruhaniye.

Girîngiya van pirtûkên olî ji bilî hizrên olî û olperestiyê ji bo kurdan girîngiya wan ev e ku; ku di van pirtûkên olî de qalkirina kurdan di wan de heye. Girîngiyeke pir girîng jî ev e ku; di dema nivîsîna van pirtûkên olî de, şopînerên Îsewî û Musewî behsa Medan/Kurdan kirine. (Ji bo pirtûkên semawî dibêjin pirtûkên Xwedê/a ne û Xwedêgiravî Xwedê/a ew dane nivîsîn. Heger wisa be nexwe Xwedê/a behsa medan/kurdan kiriye.) Qalkirina Medan/Kurdan di van pirtûkên pîroz de dide xuyakirin ku di wê demê de Med/Kurd di nav tevgerê de bûne, bi hareket û bi hêz bûne, xwedê qûwet û sazûmanek wan, artêşa wan û ola wan/ola Zerdeştî hebûye. Ji xwe yên ku împaratoriya koledar ya Asuriyan hilweşandine Med/Kurd bûne. Tê gotin ku, xirîstiyan/Îsewiyên herî pêşîn kurdên Keldanî ne. Keldanî hêj jî Îsewî ne û bi kurdî diaxifin.

Li gorê Tewratê Xwedê ji bo Medan/Kurdan gotiye : ”Mêrxas in, mêrxasê min in.” Padîşahê/kralê Babîlê li xelkê zilim û tehda kiriye û Xwedê jî ferman daye ku mêrxasên wî/wê Med/Kurd kela zilmê a Babîlê biruxînin, têk bibin, wêran bikin, hilweşînin. Tewrat Îşaya 13:17 de dibêje: ”vaye ez ê Medan li dijê wan rakim.” Yanî Xwedê/a mêrxasên xwe li dijê zilma Banîliyan/Asuriyan rakiriye û Xwedê/a gotiye: ”Min ferman da bijartiyên xwe, gazî mêrxasên xwe kir.”

Di nav cîhana xirîstiyanan de minaqeşeya kî pêşî bûye Îsewî/xirîstiyan hebû û hêj jî ev minaqeşe heye. Hinek dibêjin Asurî bûne, hinek dibêjin ermenî bûne xirîstiyan û hinek jî dibêjin kurd bûne. Wek ku min li jorê gotibû; Tê gotin ku, xirîstiyan/Îsewiyên herî pêşîn kurdên Keldanî ne. Keldanî hêj jî Îsewî ne û bi kurdî diaxifin. Lêbelê di pirtûka Ender Peker a bi navê ”Di pirtûka pîroz de Med” de nivîskar dibêje ku herîpêşî kurdên Magî ku di nav federasyona Medan de bûne û yek ji wan damezrevanê Medan in, ew bûne Îsewî.” Di Încîlê de jî behsa Magiyan û stêrnas Magî tê kirin. (Pirtûkek lêkolînî a birêz Amed Tigrîs ya lêkolînî li ser Magî yên dema Medan heye. Divê mirov wê pirtûka lêkolîna li ser Magiyan jî bixwîne.)

Di pirtûka Ender Peker de sedema ku Med di pirtûka pîroz de ne çi ye? Bi berferehî têqal kirin. Ji xwe beşa herî dirêj jî ev beş e. Ez ê behsa sedem çi ye, ji bo çi ev tişt di Tewrat û Încîlê de hatiye qal kirin nekim. Hem ji bo zanîna vê sedemê û hem jî ji bo ku pirtûk bi kurdiye divê xwendevanên kurd vê pirtûkê bixwînin. Ez Enstîtuya Kurdî li Stockholmê jî pîroz dikim kupirtûkek weha girîng wergerandine kurdî û weşandine.