Wîkîpedîa yek ji ansiklopedîyên onlayn a herî mezin a cîhanê ye. Di kategorîya kurdî ya Wîkîpedîayê de, hejmara gotarên bi kurdî 30 hezarî derbas kir.
Weqfa Wîkîmedîayê, di peyama li ser twîtere parve kir de wiha got: “Di vê mehê de gotarên bi kurdî yên di Wîkîpedîayê de 30 hezarî derbas kir. Pîroz be, we karekê bêkêmasî derxist holê.”
Li gorî danîyên Tebaxa 2019’an a Wîkîpedîayê, zimanê kurdî bi 721 hezar û 599 peyvan, bû zimanê 9’emîn ê xwedî peyvên herî zêde yên cîhanê. Di Wîkîpedîayê de, kategorîya herî zêde ya gotaran Îngîlîzîye. Di kategorîya Îngîlîzî ya Wîkîpedîayê de 6 mîlyon, 120 hezar û 795 gotar hene.
Ji bo kurdi yên bixwazin dikarin alîkarîya xebatên wîkîpediaya kurdî bikin: