Di yekemîn salvegera koça dawiya wî de Mistefa Gazî hat bibîranîn

Bi hilkefta yekemîn salvegera wefata wî, îro di demjimêr 11.30an de şandeyeke Partiya Azadiya Kurdistanê digel malbat û nas û dostên wî, çû ser gora Seyda Mistefa Gazî (Mistefa Pakdemir) û ew bibîr anî.

Nivîskar û mujîkjen Mistefa Pakdemir ku di nav Amediyan de wek Seyda dihate nasîn, sala par, ji ber nexweşînekê, koça dawî kiribû.

Îro, di yekemîn salvegera wefata wî de, şandeke PAKê ya ku ji Cîgirên Serokên PAKê Nimet Mümtaz Aydin, Feyyaz Ekmen, Sait Aydoğmuş û Nurullah Timur û ji gelek endamên Rêveberiya PAKê pêk dihat, digel malbat û nas û dostên Seydayî, çûn li ser gora wî û ew bibîr anîn.

Bîranîn bi rêzgirtin û Fatîhayê destpê kir û Nivîskar û rewşenbîr Haydar Diljen axivî û behsa hevaltiya wî û hestiyariya wî kir.

Dûre Cîgirê Serokê PAKê Nimet Mümtaz Aydın behsa jiyana Seyda kir û got ew derwêşê çand û zimanê Kurdî bû.

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin