Di zargotineke dinê de, serhatiyên bersiva "Êzdî" çima hinek nebatan -kelem, xas, marol.- naxwin*“ têgotin

Kemal Tolan

Belê camêrekî ku naxwaze navê wî eşkerebibe dibêje, „Busilman û Êzdiyan çandin û xwarina xasê bi fetwan li xwe helal û heramkirine.

Demê Îbrahîm Xelîl avîtine nav koma daran û xwastin wî bişewitînin, hingê gelek şikil û nebatên reng anîne ku, agirê vecinîqê pê bixîn. Agir berdane kîjan şikil û nebatî, agir bi wan pê neketiye. Rabûne pelkekî xasê yê kesk anîne , agir berdanê û agir bi belgê xasa kesk pêketiye. Hingê Îbrahîm Xelîl gotiyê, „xes e (adî-pîs e)“.

Êzdiyan berî û piştî vê serhatiyê, heta ser demê Şêxê Hesen û Bedretîn Lolo bi hevketine jî, xas li ber delavên ava şelalên derûdora Musilê diçandin, difirot û dixwarin. Lê bisilmanan xas piştî ku, Îbrahîm Xelîl gotiyê, xesa (adî-pîse)ne diçandin û ne dixwarin.

Dema Şêxê Hesen û Bedretîn Lolo ,di nava erdên bustanê xas lê çandibuye de bi hevketine, Şêxê Hesen xwe di nav lemikên xasan de vedişartiye , lê bisilman ji ber heramiya xasê ne çûne nava wan bustanê xasê.

Piştî serhatiya Şêxê Hesen û Bedretîn Lolo jî, dema Osmaniyan di fermanekî de 200 mirov-karmendên Êzdî li derdora Musilê di nav erdê -bostanê xas çandî buye de dane kuştin, rabûne termên wan 200 Ezdiyan di nav belgê xasê de veşartine. Di pey vê buyerê de mezinên Êzdiyan yên hingê, ji bona xatirê van 200 mirovên Êzdî yên hatine kuştin, fetwedane û gotine, „divê Êzdî careke dinê xasê neçînin û xwarina wê li xwe herambikin.“

Vêca gava bisilmanên hingê dîtine ku, Êzdiyan çandin û xwarina xasê li xwe heramkirine, ew rabûne fetwayek bi fermana xwendkarên xwe derxistine û gotine, „çandin û xwarina xasê li bisilmana helale“

Lewma niha bisulman xasê dixwin, lê hinek Êzdî hêjî naxwin.“

*Kemal Tolan - Êzdî çima hinek nebatan -kelem, xas, marol.- naxwin:

https://www.facebook.com/100063935982496/videos/1012956567071123