Rojavayê Kurdistanê îro di dilê her kurdekî welatparêz de ye. Hêviya ewe ku ew beşa Kurdistanê bi îradeya xelkê dewerê bigehe azadî û serweriya xwe. Kerem bikin di gel banga Diakurdê bo Rojavayê welatê me.#Kurd #Kurdî #Kurdistan #SaveRojava #StopTurkey pic.twitter.com/s9ZYHIr2wp
— Diakurd ☀️ دیاکورد (@diakurd_org) December 26, 2024
Konfederasyonên Kurdên Diaspora (DIAKURD) bi rêya vîdyoyekê bangek girîng li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê kir û daxwaza xwedîderketina vê herêmê kir.
Di vîdyoya ku DIAKURD belav kiriye de hat diyarkirin ku Rojavayê Kurdistanê di dilê her kurdekî welatparêz de cihekî taybet digire û divê ev herêm bigihîje azadî û serweriya xwe.
DIAKURD di banga xwe de destnîşan kir ku azadî û serweriya Rojavayê Kurdistanê divê li ser bingeha îradeya gelê herêmê bê avakirin û daxwaz ji hemû Kurdan kir ku li vê herêmê xwedî derkevin.
Di vîdyoyê de bang li hemû welatparêzên Kurd hat kirin ku li hember tehdîd û xetereyên li ser Rojavayê Kurdistanê hişyar bin û berpirsiyariya xwe ya neteweyî bi cih bînin.