"Mixabin îro careka din me bi bihîstina xebereke reş pêzanî ku rêhevalê me yê Diakurdê, Serokê Federasyona Navneteweyî ya Kurdên Sovyeta berê, Prof. Dr. Knyaz Ibrahim Mirzoyev ji ber nexweşîya Covîdê koça dawî kiriye.
Xebera koça dawî ya mamoste Knyaz li Kurdistanê, li nav kurdên diyasporayê û bo me bû sedema xemgîniyeke mezin. Li ser medya civakî û di hemû kanalên medya kurdî de ev xebera reş matemiyeke mezin di nav civata kurdan de pêk anî. Gotin, beyan û nivîs têr nake ku em xemgîniya xwe bînin ziman. Kurdên diyaspora lehengekî xwe yê giranbuha winda kir. Cihê mamoste Knyaz nayê dagirtin.
Rêzdar Knyaz bi zanîn û giraniya xwe hem di nav civata kurdên Sovyeta berê de û hem jî di nav kurdên diyaspora bi giştî xwedî cîhekî taybetî bû. Di rojên teng û zehmet de pêşnîyarên wî dibû rêbera lihevhatinê. Mamoste Knyaz bi helwest û tecrubeyên xwe dikaribû çareserî ji bo pirsgirêhan bibîne. Nêrîn û helwestên wî cihê rêzê bû û ji aliyê herkesî ve dihat pesinandin.
Mamoste Knyaz di jiyana xwe de karên pir hêja pêk anîye. Ji bo welatê xwe, ji bo doza kurd û ji bo pêvajoya xebata diyaspora îmzayê xwe avêtiye hingavên dîrokî û hêja.
Hê berê çendekî, wexta me Kekê Yura Nabiyêv winda kir me bi mamoste Knyaz pêwendî kiribû. Wî ji bo me behsa girîngiya xebata me ya Diakurdê kir. Û tekez kir ku kurdên Sovyeta berê dê heya dawiyê di nav xebata Diakurdê de bimînîn.
Mamoste Knyaz jî wek Kekê Yura hê vatinîyên xwe bi temamî xilas nekiribûn ji me bêwext xatir xwestin.
Em gelek xemgîn in. Cihê wan naye dagirtin. Lê em dikarin li ser soza xwe bin.
Ku mamoste Knyaz, Kekê Yura û dostên din ku keda wan di xebata pêkanîna kurdên diyaspora de heye, em ê li gor armanca xwe ya hevbeş berdewam bin. Rêhavalên me bila zanibin ku hêviya wan birêzan li erdê namîne.
Em xebat, hewldan û hêviyên mamosteyên hêja ji bîr nakin. Herdem ew ê di nav rêxistina me de bi rêz û îhtîram werin bi bîr anîn.
Serê malbata mamoste Knyaz, dost û rêhevalên wî û gelê me sax be!
Komîteya damezrandina Konfederasyona Kurdên Diyaspora (DIAKURD)"
9/8/2021