Diakurd rûdawên Kerkûkê bi tundî şermizar dike

.

Konfederasyona Kurdên Diaspora – Diakurd binpêkirina mafên Kurdan ên li Kerkûkê şermezar kir.

Daxuyaniya Konfederasyona Kurdên Diaspora wiha ye;

Weke tê zanîn, piştî fermana serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî diviya baregahên dagirkirî yên Partiya Demokrata kurdistanê (PDK) li Kerkûkê radestî PDK hatibane kirin. Eniya Tirkmenî, Hevpeymaniya Erebî, hêzên Heşdî Şe’bî û erebên hawirde ku rêzê li çi peyman û yasayan nagirin, li ber derê baregahê kon vedan û rêya sereke ya Hewlêr – Kerkûkê girtin.

Di roja 2.9.2023 kurdên Kerkukê, xelkê sivîl ji bo şermizarkirina vê bar û doxê xwenîşandanek li darxistin. ”Hêzên ewlekariya Kerkukê” bi şêweke terorîstane êrîşî xwenîşanderên kurd kirin, di encama gulebaranê de Hewkar EbdullahHeval StarSemed Mihemed û Husên Sabîr hatin şehîd kirin û 15 welatiyên sivîl jî hatin birîndar kirin. Çi şik têda nîne ku artêş û hêzên ewlehiyê di aloziyên Kerkûkê de ne bêalî ne û di berjewendiya aliyekî de tevdigerin.

Diakurd dubare êrişen li ser sivîlan û astengî û tundiya li dijî rojnamevanan bi tundî şermezar dike. Em serexweşiya xwe aresteyî malbatên serbilind yên şehîdan dikin û hêviya başbûna birîndaran dikin.

Diakurd bang li rêxistinên navdewletî û navxweyî yên Iraqî dike ku li hember van binpêkirinan bêdeng nemînin da dîsa xwîna sivîlên kurd neyê rijandin.

Her çend Kerkûk bûye stiriyek û ketiye çavên dagîrkerên Kurdistanê, lê bila ew baş bizanin Kerkûk her dem Kurdistanî bûye û dê her we jî bimîne.

Konfederasyona Kurdên Diaspora – Diakurd
3.9.2023

Kurdistan Haberleri

Li Brûkselê semînereke danasîna PWKyê û rojeva sîyasî ya Kurdistanê!
2 Kurdên Êzidî yên ku ji aliyê DAIŞê hatibûn revandin vegeriyan Başûrê Kurdistanê
Serokkomariya Sûriyeyê li ser Konferansa Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da
MÊRDÎN - 50 saliya nivîskariya Berken Bereh hat pîrozkirin
Jineke ji Rojhilatê Kurdistanê ferhenga Kurdî ya termên yasayî amade kiriye