Dîaspora û Ziman

.

Necat ZANYAR

Kurdistan welatekî dabeşkirî ye. Kurd, bi dîwarên çar dewletan, sê zimanan û du elfabeyan ji hev hatine dûrxistin.

Partîperestî, cudahiya zarava û diyalektan, pêwendî û danûsitendinê zehmettir dikin.

Tunebûna azadiyê û zordestiya Tirkiye, Îran, Îraq û Sûriyeyê jî rê li ber têkilî û pêwendiya Kurdan digire û dabeşbûna Kurdistanê didomîne.

Lê dîaspora deriyê Kurdistana yekgirtî vedike. Kurd li wir ne di bin zordestiyê de ne. Metirsiya dagirkeran tune ye û azad in. Rojhilat, rojava, başûr û bakur dikarin bi hêsanî li dîaspora dest bidin dest, mil bidin mil.

Aqilê Kurdî dikare bi atmosfera azad ya dîasporayê geş bibe, bibiriqe, şewqa xwe li hemî Kurdistanê vede.

Ger Kurd bikarin ji kampên hizrî û hizbî derkevin, dîaspora Kurdistaneke yekgirtî pêşkêşî Kurdan dike.

Lê berya wê, pêwîst e pirsgirêka ziman bê çareserkirin. Lewra bê ziman pêwendî ne pêkan e.

Lê ziman, ji bo Kurdan ji pêwendiyê jî wêdetir e. Ger cilûbergên ji destê mirovan derdikevin, tenê ne amûra nixumandinê bin, zimanê ji hiş derdikeve jî tenê ne amûra pêwendiyê ye.

Cilûberg ji têgihîştin, derûn û pênaseya mirovan xeberê bidin. Ziman jî nasname û aqilê neteweyî di xwe de dihewîne.

Li gorî Platon ziman tenê ne amûr û aletek e ji bo pêwendiyê. Ciyawaziyek e. Li gorî Humbolt nêrîn û perspektîfa zimanan a li cîhanê heye.

Binhişê neteweyan di zimên de kodîfiye dibe. Ziman, kodifîkasyona hişê neteweyî ye. Zanyarên zanistên civakî destnîşan dikin, ziman nêrîna çandan diyar dike.

Lewra di antropolojiya zimên de, pêwîst e antropolog beriya her tiştî zimanê neteweya vedikole fêr bibe û bikare di paceya wî zimanî de li cîhanê temaşe bike.

Rousseau di berhema xwe ya bi navê “Ceribîn li ser bingeha zimanan” vê hizrê diparêze.

Li gorî Heidegger mirov bi ziman hebûna xwe diyar dike. Encex bi ziman têkiliyê bi hebûnê re datîne. Hebûn mekana wate û heqîqetê ye. Ziman, mala hebûnê ye.

Gadamer jî heman nêrînê didomîne. Li gorî Gadamer, em bi awayekî sterîl nikarin bihizirin. Tûrikê têgehan ku me ji yên berya xwe wergirtiye, tim bi me re ye.

Bi piranî em li sernavên hezar salan nanêrin û gavên xwe di hundirê dîskureke wan de davêjin. Em di hundirê zimên de dihizirin û zimanê kevneşopiyê diaxivin. Li gor Gadamer, ziman rasterast ji aqil e.

Mirov di zimanên din de geştyar e, zimanê wî mala wî ye. Mîna ajalên avê ku êdî li bejahiyê dijîn, bi fêrbûna zimanên din, nikare têkiliya xwe bi cîhanê re biguherîne. Mirov bi zimanên din cihana xwe fireh û dewlemend dike.

Zimanê mirov, bizr û sermiyan e. Her di navendê de ye. Yê zimanê wî/ê hebe, dinyaya wî/ê heye.

Ji ber çend sedeman pêwîst e ziman ji bo rewşenbîrî û tevgerên Kurdî bibe pîvan.

Sedemê yekem: mirov bi kîjan zimanî bijîn, bi awira wî miletî li yên din û cîhanê dinêrin.

Sedemê duyem: Di bin çerxa asîmîlasyonê de, ziman bi kedkariyê tê parastin û jiyîn. Yên dozên giran dikin ne pêkan e ji vê kedê xwe bidin alî.

Sedemê sêyem: Ger tevgerên Kurd ziman bikin yek ji pîvanên sereke, dê bikarin ji manipulasyona biyaniyan heta radeyekê xwe biparêzin.

Diyaspora, ji bo qedirzanîna zimên cîhaneke taybet e. Ev mînaka dikare vê mijarê zelal bike:

Li welatekî biyanî, li mala xwe rûniştî yî û derî lê dide. Tê ber derî û dipirsî: “Kî ye?” Yê li pişt derî bi Kurdî bersiva te dide. Bi dilxweşî derî vedikî û wekî yekî ji malê pêşwazî dikî.

Erê! Ziman mala me ye û yên pê diaxivin ji malê ne.

Dema me got mal, welat bi bîra me dikeve. Lewma Kurdî welatê li ser ziman e.

Tehmê, bi zimanê xwe hildide mirov. Çawa wekî dayikê şîrîn e welat, mîna welat şîrîn e ziman.

Li mala xwe di ewlehiyê de ye mirov. Di aramiyê de ye. Dizane kî çi kes e. Dizane çi li kur e.

Di zimanê xwe de jî welê ye. Lewra xwebûna mirov û miletan di zimanê wan de şîn tê û fêkî dide.

Erka dîasporayê ye, bi hêza azadiyê, di her warî de aqilekî pêşeng yê Kurdî ava bike, bibe pêşeng û pişt û penah ji Kurdistanê re.

RÛDAW 

Kurdistan Haberleri

Heyeteke PWKyê Li Brukselê Seredana Nûneratîya Ewropayê ya Rêvebirîya Xweser Kir
Efrîn - Erebên hawirde vedigerin, komelgeh vala dibin
Behadîn Şerm: Li dawiyê Sûriye perçe nabe û di bin yek birêvebiriyê de dimîne
Wergera berhemên helbestvanê ji Efrînê Husên Hebeş bi 35 zimanan hatiye kirin
Festîvala Online ya Fîlmên Kurdî ya Zagrosê dest pê kir