Netewên Yekgirtî (NY) sermiyana DAIŞê eşkere kir û ragihand, kêmbûna êrişên wê rêxistina terorîstî “dibe ku demkî be!”
Sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres raportek li ser DAIŞê daye encumena asayişa navdewletî û ragihandiye, ti cihek di destê DAIŞê de nemaye û êrişên wê jî kêm bûne.
Guterres behsa tehdîd û gefên wê rêxistinê jî kiriye û gotiye, dibe ku kêmbûna êrişên wê rêxistina terorîstî demkî be çimkî li hinek cihan dîsa dixwaze xwe aktîf bike.
Sekreterê giştî yê NY li ser sermiyana DAIŞê jî agahî daye û gotiye, sermiyana DAIŞê derdora 300 milyon dolar e.