Dîbeyteke taybet li ser Pirsgirêka Kurd: Helwesta hikûmet, opozîsyon û Kurdan…

.

Tora Medyayî ya Rûdawê dîbeyteke taybet li ser çareserkirina pirsgirêka Kurd li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê pêk anî. Mêvanên ji nêrîn û aliyên cuda beşdarî wê dîbeytê bûn.

Pirsgirêka Kurd li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, di sala 2021an de jî rojeveke sereke bû. Aliyên Kurdistanî çendîn caran behsa çareserkirina wê pirsgirêkê kirine û xistine rojevê. Partiyên Opozîsyonê jî bi sistî behsa vê pirsgirêka kûr dikin. Lê desthilata Tirkiyê di wê baweriyê de ye ku ew pirsgirêk çareser kiriye. Di sala 2021an de, operasyonên girtinan û yên leşkerî, astengkirina partiyên Kurdî û zimanê tund ê li hemberî Kurdan her berdewam bûye.

Helwesta aliyên Kurdî

Aliyên Kurd behsa bandora vê pirsgirêkê û karvedanên wê yên li ser ziman, çand, aborî û civakê dikin. Partiya Demokratî a Gelan HDP dibêje, ew dixwazin hemû civaka Tirkiyê jî bi ziyanên vê pirsgirêkê bihese û piştevaniyê li hewlên çareseriyê bikin. Ji ber ku niha hêza Kurdan tine ye ku xwe ji her tiştî qut bikin.

Hasan Ozguneş, Parlementerê HDPê yê Şirnexê, dibêje, “100 sal e dewleta Tirkiyê, gel û netewa xwe li ser hîmê netewperestî û nijadperestiyê ava kiriye. Guhertina vê yekê zehmet e. Di destê HDPê de tiştek nîne ku bêje `tu min nas nakî, ez te nas nakim û em ji hev veqetin`. HDP ne hêzeke wisa ye. Ew derfet di destê Kurdan de nîne.”

Girîngiya hevgirtina aliyên Kurdî

Partiyên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê ku tevahiya wan di bere û eniyekê de cîh nagrin, di derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd de jî xwedî nêrînên cuda ne. Lê beşek zêde ya wan aliyan, tekeziyê li ser yekgirtina aliyên siyasî yên Kurdî dikin.

Ahmet Kaya, Cîgirê Serokê Giştî Yê PIAyê, dibêje, “Ji ber ku desthilatdarî naxwazer pirsgirêka Kurd bikin rojeva xwe, naxwaze qebûl bike. Lê ciqas bixwazin pirsgirêka Kurd bikin pirsgirêkeke talî jî, lê ji ber ku pirsgirêka Kurd, mezintirîn pirsgirêka Tirkiyê ye, dîsa jî di rojeva gel de, di rojeva siyasetê de, dîsa jî mijareke sereke bû.”

`Sîstema Tirkiyê têk diçe`

Bayram Bozyel, Alîkarê Serokê Giştî yê, dibêje, “Tirkiye di nav krîzeke mezin de ye. Sîstema heyî têk diçe. Dibe Tirkiye ber bi hilbijartinê ve biçe. Meseleya destûreke nû tê nîqaşkirin. Meseleya Kurd jî her tim di rojevê de ye û her kes dizane ku meseleya Kurd faktoreke bingehîn e ji bo guhertineke bingehîn.”

Henîfî Turan, Endamê Encûmena Giştî ya PAKê, diyar dike,  divê “ji bo ku miletê Kurd li ser axa Kurdistanê xwe birêve bibe, em xebatekê bimeşînin û bigihijin encamekê. Encam çi ye; tifaqek, bereyek bê avakirin.”

Helwesta aliyên opozsiyonê

Partiya Gelecekê (Pêşeroj) ya bi serokatiya Ehmed Davutoglu ku ji desthilata Tirkiyê cuda bû, behsa girîngiya civaka Kurdî dike. Behsa mafê ziman û çandî yê Kurdan dike, lê soza wê yekê jî nade ku bibe desthilat an jî di desthilatê de cîh bigre, wê mîsoger pirsgirêka Kurdî çareser bike.

Partiya Opozîsyonê ya sereke CHP jî hewldide Kurdan û netewperestên Tirk bihev re bimeşîne heya ku hilbijartin bêne encamdan û bi vê hevpeymaniyê jî bibe desthilat. Lê IYÎ Partiyê dilê xwe li HDPê xweş nekiriye û HDP jî ji helwestên wê partiyê dilgiran e.

`Dabeşbûna ayînî, etnîkî…`

Oguz Kaan Salici, Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê, radigihîne, “Em dabeşkirina civakê ya ji hêla ayînî, etnîkî, siyasî gelek metirsîdar dibînin. Debeşkirina civakê ji bo ku hinek bigihijin armancên xwe, gelek xetere ye. Bereya Millet hewla bidawîkirina vê dabeşbûnê dide.”

Tevahiya partiyên Opozîsyona Tirkiyê û aliyên Kurdî di wê baweriyê de ne ku li Tirkiyê siyaset û polîtîka xetimî ne û divê rêyeke nû bê dîtin. Di heman demê de ji wê yekê geşbîn in jî ku di sala 2022an de hilbijartinên pêşwext bêne kirin û desthilata wî welatî biguhere û jiyaneke nû, siyaseteke nû û rêbazeke nû bê dîtin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir