`Dibistana gundê Mêrkanê bi zanebûn hate armanckirin`

.

Çekdarên grûpa Hemzat li gundê Mêrkanê ya ser bi nahyeya Mabata ya Efrînê ve teqe li dibistanekê kirine û di encamê de 10 zarok birîndar bûne. Xelkê gundê Mêrkan a Efrînê diyar dikin ku dibistana gund bi zanebûn hate armanckirin.

Gundê Mêrkan yê ser bi nahiyeya Mabata ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê, roja yekşemê, kete ber guleyên Doçka yên grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê. Yasanas Ednan Mûrad, ku xelkê gundê Mêrkan e, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got bêhtirî 10 guleyên Doçka, ji rêbendekê ji aliyê gundê Satiya ve li dibistana gund ketine.

Li gorî amarên herî dawî ku Tora Medyayî ya Rûdawê bidest xistine, 10 şagirtên dibistana seretayî birîndar bûne. Mûrad her wiha diyar kir ku ew gule di dema derketina şagirtan ji dibistanê hatine avêtin, lewma hejmaraq birîndaran mezin e.

Berpirsê Rêxistina Peyva Me Rêber Ehmed, ku xelkê gundê Mêrkan bi xwe ye ji Tora Medyayî ya Rûdawê re zanyariyên hûr derbarê vê êrîşa çekdaran bo ser dibistana gundê navborî de û armancên wê diyar kirin.

Berpirsê Rêxistina Peyva Me Rêber Ehmed dibêje “Ev karinên tê kirin li ser zarok û kesên sivîl û wê qerebalixiya li ser Çiyayê Kurmanc tê kirin, wek ku em lê dinêrin piştî ku Kurdên resen vedigerin ser cih û warên xwe, piştî tomarên xwe di erdê de berdan, piştî Newrozê û nasnameya Kurdî ji hemû miletî re diyar kirin, vî miletê me Kurdên resen yên Çiyayê Kurmanc rastî van karinan dibin. Beramberî karên aştîne, rewşenbîrî yên ku Kurdên resen dikin, ew jî karên ku êş û îşkence tê de ne dikin.”

Çavkaniyên ku ji gundê Mêrkan  tekez dikin ku tu binkeyên serbazî li gund tune ne û diyar e ku bi qesd dibistana gund hatiye armancgirtin.

Gundê Mêrkan, yek ji gundên ku xelkê wê kêm koçber bûne û ji sedî 90 ji nişteciyan Kurd in û tenê sedî 10 Erebên hawirde ne ku ji xelkê Xûte, Idlib û hin navçeyên din ên Sûriyê ne.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir