DIHOK - Topek li Gundê Bazê ket û zerer gihand malekê

.

 Şava borî topek li nava Gundê Bazê yê nahiyeya Berwarî Bala ya Dihokê ket û ji ber ketina topê zerer giha malekê.

Teha Ebdulrehmanê ji Gundê Bazê ji Rûdawê re got ku duh saet 22:30î topek li pişta xaniyê wî ketiye.

Bi gotina Teha Ebdulrehman ji ber teqîna bihêz camên malê şikestine û hinek dîwarên malê jî xera bûne.

"Ew top a artêşa Tirkiyeyê ye"

Teha Ebdulrehman her wiha da zanîn ku wan ji tirsa xaniyê xwe vala kiriye û got:

“Ew top a artêşa Tirkiyeyê ye û em ditirsin dîsa top bên avêtin.”

Dema top li pişt xanî ketiye 6 kes li malê bûn.

Ji ber êrişên Tirkiyeyê yên bi hinceta hebûna gerîlayên PKKyê heta niha bi sedan gundên parêzgeha Dihokê hatine valakirin.

Kurdistan Haberleri

Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin
Ehmed Şer bi endamekî Kongreya Amerîkayê re civiya
Bafil Talebanî: Balafir û dronên Tirkiyê nahêlin PKK kongreya xwe fesihkirinê li dar bixe
Baroya Diyarbekirê giliyê HTŞê li Dadgeha Cezayê û NY kir