Dijeterora Kurdistanê: Di bombebarana Xanesorê de 3 çekdarên YBŞ’ê hatin kuştin

.

Dijeterora Kurdistanê radigihîne, Tirkiyê baregeheke çekdarên YBŞê li komelgeha Xanesûrê ya ser bi Şingalê ve bombebaran kir û di encamê de 3 çekdar hatin kuştin.

Dijeterora Kurdistanê îro 16ê Gulana 2023an di daxuyaniyekê de ragihand, “Firokeyeke bêfirokvan a artêşa Tirk baregeheke çekdarên YBŞ’ê li komelgeha Xanesûr a ser bi Şingalê ve kire armanc û di encamê de 3 çekdar hatin kuştin û çekdarekî din jî birîndar bû.”

Li gorî daxuyaniya Dijeterora Kurdistanê, bomberdûmana îro sêşemê demjimêr 12.00 ji aliyê firokeyeke bêfirokvan a artêşa Tirk ve hatiye kirin.

Kurdistan Haberleri

Li Brûkselê semînereke danasîna PWKyê û rojeva sîyasî ya Kurdistanê!
2 Kurdên Êzidî yên ku ji aliyê DAIŞê hatibûn revandin vegeriyan Başûrê Kurdistanê
Serokkomariya Sûriyeyê li ser Konferansa Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da
MÊRDÎN - 50 saliya nivîskariya Berken Bereh hat pîrozkirin
Jineke ji Rojhilatê Kurdistanê ferhenga Kurdî ya termên yasayî amade kiriye