Dezgeha Dijî Terora Kurdistanê ragihand ku droneke bombebarkirî xwestiye êrişî kampeke ku xelkê Rojhilatê Kurdistanê lê dimînin bike.
Dezgeha Dijî Terorê ya Herêma Kurdistanê li ser êrişa dronî daxuyaneke nivîskî belav kir.
Dezgeha Dijî Terorê ya Herêma Kurdistanê ragihand:
“Îro danê êvarê saet 17:40an droneke bombebarkirî xwest li quntara Çiyayê Korekê yê Hewlêrê êrişî kampeke ku penaberên ji Rojhilatê Kurdistanê dimînin bike.”
Dezgeha Dijî Terorê ya Herêma Kurdistanê her wiha da zanîn:
“Dron negihişt armanca xwe û têk çû û ket, ti ziyanên canî û madî çênebûn.”
Fermandarê Bilind ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê Xidir Beg ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
“Êvara îro bi qasî 5-6 kîlometreyan dûrî kampên penaberan ên Rojhilatê Kurdistanê dengê teqîneke bihêz hat bihîstin.
Heta niha em nizanin ka dron bû yan na.”
Xidir Beg anî ziman, “Hîn bûyer zelal nebûye û em nikarin ti welatan wekî kiryarê êrişê tohmetbar bikin.”
Çavkaniyekê ji Navenda Asayîşa Xelîfanê ji Rûdawê re got:
“Xelkê ji me re hat got ku dengê teqînekê ji wê sînorê hatiye lê heta niha ti agahiyên fermî derbarê vê mijarê bi dest me neketine û me dest bi lêkolîna bûyerê kiriye.”
Li Bexdayê 19ê Adara 2023yan Îraq û Îranê protokoleke ewlehiyê ya hevbeş ji bo hevahengiya parastina sînorê hevbeş îmze kir.
Piştî wê protokola ewlehiyê, endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê û Komeleya Şoreşgerên Kurdistana Îranê li sê kampên ku wekî Kampên Sivîlan tên naskirin, li herêma Balîsanê ya binarê Çiyayê Korekê hatin bicihkirin.