“Vê Sibehê, her ku hovîtîya we boykot dikim, azadtir dibim, bilindtir dibim.”
*Ehmed Huseynî
Evî welatê ji azadî û aramîyê dûrtir gellek êş dîtin. Gellek derd û kul kişandin ku nayên gotin.
Tu peyv, tu hevok nikara wan hovîtîya bîne ziman. Ev tiştên ku hatine kirin û ku hîn jî tên kirin durû mafê mirova ye. Ev tiştên sosret ne di tu kitêbên dînî de û ne jî di tu kitêbên qanûnî de nayên tasdîkkirin û nayên teşvîkkirin. Lê dîsa jî dînekî nu hatîye avakirin û li gorî vî dînê nû jî qanûnên nû hatine çêkirin ku durî ehlaqîyê û durî mirovatîyê ne. Ku navê vî dîn û sîstemê “Hovîtî ye”. Bi navê ku hatî naskirî: Faşîzm e!
Di vî welatê wêran û bê xwedî de, gellek caran zarok sêwî mane û dê û bavên wan hatine kuştin. Gellek caran jî zarok hatine kuştin û dê û bav bê zarok mane. Gellek caran ciwanên rind û delal hatine kuştin, jin bê mêr û mêr jî bê jin mane; dildar û dilda ji hev veqetandine.
Herçend hin caran bi emrê Xwedê hin mirov rehmet kiribin jî vê pergala hovane rehetî ji mirovan re û ji şîndaran re hizûr nehiştîye.
“Berxikek
Piştî gurmînekê
Piştî balafir çû
Devê xwe gerand
Ne guhan dît
Ne kerî dît
Ne jî careke din çû ser avê”
*Şêrko Bêkes
Dîya parlementera Kurd ya Aysel Tugluk rehmet kir. Xwedayê Dilovan gunehên wê efû bike û cihê wê bike bihuşt.
Piştî mirinê hertişt diqede. Hevok diqedin, kenê li ser lêvan diqede û bê dengî kirasê xwe li şîndaran dike.
Tevlî Aysel Tugluk û hin kesên hêja xwestin cenazê Hatun Tuglukê defin bikin. Lê mixabin hin mirovên ji mirovatîy carek din derketin pîyasayê û nehiştin cenaze bê definkirin.
Li nîvê payîtexta Tirkîyê û di rewşa awarte de gellek zebanî li hev kom dibin û êrîşî ser cenazeyê dikin. Polîsê li wir jî wan temaşe dikin û bi tu awayî têkilî wan zebanîya nabin û hovîtîya wan temaşe dikin.
Ev tişta ecêb ku hatî kirin di tu dînên semavî û mistîk de tune ye. Di ehlqa dijmaninatîyê de jî nîn e.
Dema cenazeyekî ne misilman di ber Hz. Muhammed re derbas dibe, pêxember bi rêzdarî rabe dibe ser pîya û hurmet dide cenazeyê.
Di dema şer wextê kuştin û birîndar çêdibe; serleşkerên her du alîyan şerî didin rawestandin û mirîyên xwe vedişêrin, birîndarê xwe derman dikin.
Di dema şer de û di dema dijminatîyê de wextê mirin çêdibe dijminatî jî diqede û şer jî diqede.
Lê kesên faşîst û kesên hov herdem derdikevin pêş û rewşên xirabtirîn ava dikin. Ev rewşên xirab jî dilê me dişewitîne û derûnîya me serobino dike.
Vê axê û vî gelî gellek êş û kul kişandine û di nava van derd û kulan de jîyana xwe derbas kirine. Bi hêvîya ku ev millet jî rojê xweş û geş bibînî.
Xwedayê dilovan di Qur’ana Pîroz de dibêje: “Feînna meel ûsrî yusren. Înna meel ûsrî yusren.” Mane wê wiha ye: “Vêca bi rastî li dû her tengasîyê firehî tê. Dîsa bi rastî li dû her tengasîyê firehî tê.” (Sûrê Înşîrah, Ayet: 5-6)
Înşallah ev rojên reş û tarî dê li paş me bimînin û wek her kesî em ê jî bighîjin xweşîyê.