Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk bi munasebata destpêkirina operasiyona azadkirina Musilê ji destê DAÎŞê daxuyanîyek da.
Daxuyanî weha ye:
Roj roja yekgirtina hemû Kurdistanîyan e. Roj roja yekgirtina hemû partîyên li başûrê Kurdistanê ne. Roj roja xwedîlêderketin û piştgirîya pêşmergeyên qehreman û Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî ye. Hêvî dikin ku rizgar kirina Mûsilê ji destê DAIŞê, bibe destpêka serxwebûna başûrê Kurdistanê. Dilê me bi we re ye. Xwedê bi we re be.
16.10.2016
Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê PAKê