Dilxweș im ku, bîranîn û berhevkirinên min dibine bingêhê mijarên konferansên Êzdînasînê !

Kemal Tolan

Kemal Tolan

Ez gelekî dilxweșim, ew bîranîn û berhevkirinên ku min beriya niha bi 17 salan, li ser „REWȘ Û FERMANA ÊZDİYÊN Lİ DERÛDORA BOTA „ bi apê Șemo Gelen ra (binêren li https://www.facebook.com/photo.php?fbid=1868998093315863&set=picfp.100006170713219&type=3&theater û wêne1-2) tomarkirine, bûne bingeha mijara „konferansa 100 saliya Komkujiya qebîla Êzdiyan ya Basa “ a ku https://www.facebook.com/navenda.edinasiye?fref=ts li bajarê Oldenburg’ê amadekiribû.

Spas ji Xwedê ra, ku min jî karîbû vê carê beșdarî „konferansa 100 saliya Komkujiya qebîla Êzdiyan ya Basa“ bivim û vê peyama xwe bidime rêzdar Eskere Boyik ,
Serokê Navenda Lêkolînên Êzdînasiyê, birayê Sediq Basi û tevaya beșdarvanan!

Peyama min weha bû :

Hêjayan birêvebirên Navenda lêkolînên Êzdînasyê û birê Sedîqê Basî!

Ez gelekî dilxweșim, ku we niha giringî da wan bîranîn û berhevkirinên min, yên ku min beriya niha bi 17 salan, li ser „REWȘ Û FERMANA ÊZDİYÊN Lİ DERÛDORA BOTA *1 „weșandibûn û we hêjayan ev „konferansa 100 saliya Komkujiya qebîla Êzdiyan ya Basa“ li ser wan hîman amade kiriye!

Birayên hêja,

ezê hîn zêdetir dilșad bim ku, hûn bikaribin di pêșerojê de li ser van qirkirin û rewşa pêșiyên Êzîdiyan, yên ku di nav bakurê Kurdîstanê û li herêma:

“1 Êzîdiyên li derûdora Sêrtê û Batmanê, rûpel: 26

2 Êzîdiyên li derûdora Diyarbekirê (Amed), rûpel: 71

3 Êzîdiyên li derûdora Ruha (Urfa) yê, rûpel: 78

4 Êzîdiyên li derûdora Cizîr û Mêrdînê. rûpel: 83

5 Êzîdiyên li derûdora Hekkarî û Serhedê, rûpel: 90

6 Êzîdiyên li derûdora Mereş û Meletê, rûpel: 104*1” de diman jî rawestin.

Ez vê komkujiya ku Êzdiyên Basî li bakurê Kurdistanê û bi destên hinek kevneperestên Kurdan hatine qirkirin bi tûndî șermezar dikim, hemû cangoriyên vî fermanî û yên hemû fermanên Êzdiyanî din, bi hurmet bibîrtînim û ji tevaya bermayên vê ROJA REȘ ra jî sersaxiyê dixwazim!

Ez hêvîdar im, ku konferansa we gelekî serketî be û Tawisî Melek hêza tifaqa me Êzdiyan hîn xurtir bike!

Silav û rêz,

birayê we Kemal Tolan, Xemxwar û Berhevkarê Kevneșopên Êzdîtiyê

11.06.2017

*Çavkanî :

Kemal Tolan : Hebûn û Tûnebûna Êzîdîyan Tev Romanên Zindîne - Oldenburg 2000 . https://www.facebook.com/photo.php?fbid=1868998093315863&set=picfp.100006170713219&type=3&theater