Dîmenên bi çavên Ceylanê di rûkeniya Narînê de

Selîm Acar

Selim Acar

Narîn keçek heşt (8) salî bû di meha abê de li herêma Amedê wenda bû, wêneyê rûyê wê pir bala min kişand. Keçek piçûk, rûpak, devliken û bêgunehî di rûyê wê de ol didan. 


Min jî wek gelek kesan, di roja bîstûnehê (29) meha abê de, di çend rêzan de hestên xwe nivîsand û di riza dawîyê de min wisa nivîsand ”Hêvî qet namire”, ji bo jiyana  keça devliken, Narîna narïn bi hêvî bûm. Hêviya min, wek hêviya gelek kesan ku Narîn sax be, vala derket!


 Nozdeh (19) roj li ser wendabüna Narînê re bihurî, laşê wê di bin kevêrên giran de, li rex çemê nêzî gundê ew lê dijiya, dît. Di derheqa wendabüna Narînê û heta kuştina wê de gelek tişt di mediya civakî û medeiya konvensionel de hat weşandin. Kê ew kuşt/kuştin, çawa hat kuştin, sedemên kuştina wê çawa bû, bi gelek şêwên cûda hat nivîsandin û hat gotin. 


Bersîvên, çawa, kengî û ji bo çi hat kuştin, bi lêkolînên polîsa û dadgehê dikani derkeve holê ku polîsên  bêhêl, objektiv û dadgeh ser bingehê dadê be, dikani rastî derkeve holê, ew jî nabe, ji ber ku polis parazgirên dewleta dagirkir in, û dadgeh ser bingehê hiqûqa dagirkeriyê ye; hêviya ku ew dikanin rastiyê derxin holê hêviyak pûç e. Li welatê me di van sîh, çel salan de bi deh hezaran kuştinên qesasên wan ne diyar, henin, ji ber vê yekê, raya giştî dê agahdariyên rast nebihîze. Ev rastiya welatê me ye. 


Piştî dîtina laşê mirî yê Narînê, di derheqa kuştina Narînê de, di mediya civakî û ya konvensiyonel de bi berfirehî weşan pêk hatin. Hêsirên çavan mîna cemê Dicleyê herikîn, pêlên hestê bi mina pêlên gola wanê bilind bûn.nefreta xelkê bû bilindayiya çiyayê Araratê. Bêguman gelek kurd û hinek Tirkên dilpak li ber vê keçika piçûk, bê guneh û rûken, ketin. 


Dijber û neyarên gelê kurd dîtin bi hezaran heta bi miliyonan kes li ber Narînê dikevin, ji wan kesanan re derfet çêbû dê çawa vî hestê pak li himberî gelê kurd bikar bînin. Jahra di qirqan wan de veşarti ye, ew pêjiqandin ser gelê kurd, nefreta xwe ya li dijî kurdan gûr kirin û gotin û nivîsandin ku kurd kujarên jinan in, zarokan in. Civaka Kurd (gelêherêmê) feodalï ye, jin û zarok li gel wan ne hêjayî in, hov in, har in, nezan in ûhwd. Ên kuştina Ceylanê (Önkol) keçika ji Lîceyê ku bi topên leşkeran perçe, perçe bû, ku diya wê perçên laşê wê di dawa xwe de anî ser hev,  nedîtin, rêzek nivîsandin nenivîsandin, programek çênekirin û her wisa kuştina gelek zarokên din jî nedîtïn. Rolê sê meymûnan dilîzin, ”min nedît, min ne bihîst, min ne got!” Dest pê kirin hêsirên/rondikên tîmsaha herikandin, nivîsandin û peyamên hestewarî weşandin û di nav re jahra xwe pejiqandin, ser gelê me, nefreta xwe li dijî kurdan geş kirin, êrêşên qirêj tînin ser tefna civaka kurd....


Kuştina Narînê trajediyek civakî û malbatî ye. Sedemê kuştna vê keça delal çi be, kujarê wê kî be/bin, şêwê kuştina wê çawa be, di bingehê pêvajoyê de pergela dagirkeriyê heye. Bi xwe li welatên pêşketî wek Swêdê, Fîndladiyayê ûhwd trajediyên wisa rû didin. Lê dewlatên wan, dezgahên dewletên wan ji bo biryarên trajedîk rû nedin, karê pêşïbir pêk tînin, dema biryar rû da, polis û dadgeh li rastiya biyarê digerin, ji ber ku baş, xerab dewlet a wan e û ji bo wan e. 


Ma ji bo me kurdan wisa ye? Ma dewlet dewleta me ye? Ma dewleta dagirker dikane ji bo gel tevbigere? Bersîva van pirsanan bidin û bibînin ku kuştina Narînê û kuştina kesên wek wê ji pergela dagirkeriyê ne cûda ne. Dibê em kurd bi vê perspektîvê li biyerên wisa mêze bikin. 


Pirsek dinê derdikeve holê, ku dewlet a me ba, ma dê rûdawên wisa çênebin? Bê guman dê çêbibin û rû bidin. Dewleta me dê gelek kêmasî û çewtîtiyan bike, lê kesên kurd û kesên herêmê dê rexnê xwe bikin, zorê li berpirsiyarên xwe bikin ku wan serast û dirist bikin, dezgahên dewletê baştir, diristir bikin. Ma em çiqas dikanin dewleta dagerker serast û dirist bikin? Em nikanin û ew jî ne karê me ye, ji ber ku dewlet beşekî pergela dagirkeriyê ye.


Narïn êdî sembol e, sembola narîniya heste ye. Dibê di siyaseta xwe de em sembolên xwe bi kar bînin.


Ma em dikanin çi dersan ji vî hestê kurdên dilpak ku bi rastï ji bo mirina Narînê dilêş in, derxînin? Me dît rolê mediya civakî pir mezin e, dibê berpirsiyarên siyasî yên kurdistanî vî hêzi li dijî dagirkerên welêt bi hilmek fireh û bi berfirehî, rast, û dirist organîze bike, bi zanayî vî hêzî bi kar bînin.


Du, dibê her hêzên kurdistanî çi oldar bin, çi lîberal bin, çi muhafizekar bin, çi ”miliyetçî” bin, çi çep bin, li himberî kampaniyên dijî kurd û kurdistaniyan tev bigerin; rê nedin kes û hêzên dijminên kurd jahra xwe bipejiqînin ser kurdan, û Kurdistanê qirêj bikin. Bila dijberên gelê kurd qada tekoşînê vala nebînin…


Sê, tevgerî bi şêweyên zanistî ü nûjenî pêk tê. Dema gotinek xerab li hiberî kurdan hat bikaranîn, kurd bi yek dengê bersîva van kes/kesan û dezgahan bidin, wan poşman bikin ku kes û dezgahên din cesaratê nekin ku ew ji lep û qîlën xwe nîşanî kurda bikin. Tevgera bi hev re enerjiyê derdixe holê, ev enerjî dibe hêz.


Çar, bi dilpakîya gel, hestê wan ê narïn û dirist, em dikanin bêdengiya heye, dawî bînin û bêhêviya desthildare, wê bişkenîn. 


Tiştê kêm tevgera wêrek e, mejî û hişmendiya bi xwe û ji bo xwe ye! Ji bo Narînên rûken bi jiyanek bextewar û çavên Ceylanên bê xof bin! 


Viziyona Kurdistanî di rûyê Narînê û di çavên Ceylanê de veştî ye!


Swêd