Dîplomatê Îraqî: Kuştina Hekîm Luqman bûyereke tesadufî ye

.

Dîplomatê Konsulxaneya Îraqê ya Stenbolê Tahir Resûl îdia kir ku kuştina Hekîm Luqman ji ber zimanê Kurdî nebûye û bûyereke tesadufî ye.

Karsazê ji Dihokê Hekîm Luqman li bajarê Stenbolê ji aliyê 12 kesan ve bi kêrê hat kuştin.

Dema Hekîm Luqman hat kuştin pismamê wî Muhsîn Tevfîq û biraziyekî wî pê re bûn û ew jî birîndar bûn.

Muhsîn Tevfîq diyar kir ku pismamê wî Hekîm Luqman ji ber ku bi Kurdî axivîbû hatiye kuştin.

Dîplomatê Konsulxaneya Îraqê ya Stenbolê Tahir Resûl derbarê kuştina Hekîm Luqman ji Nûçegihanê Rûdawê Omer Sonmez re axivî.

Tahir Resûl derbarê vegerandina termê Hekîm Luqman de got ku eger xizmên wî bixwazin îşev dikarin bi balafirê bişînin Bexdayê lê ew bixwazin bibin Hewlêrê divê heta çarşemê rawestin.

Tahir Resûl da zanîn ku ew bi karmendên Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê re axivîne û encamên lêkolînên li ser laş piştî 4-5 mehên din dê werin eşkerekirin.

Derbarê sedema kuştina wî de jî Tahir Resûl got ku ew bawer nake bûyer nijadperestî be û ji ber ku bi zimanê Kurdî axivî be.

Tahir Resûl anî ziman:

“Em hûrgiliyan nizanin, hûrgilî li ba asayîşê ne, bi giştî ez bawer nakim ku nijadperestî be, ew tenê bûyerek e.

Înşallah tiştekî din nîne ji ber ku ew kesekî geştyar e, ti niyeteke wî ya xirab nebûye.

Wekî min ji mirovên wî bihîstiye, ew ji bo geştê hatiye Stenbolê û dijminatiya wî bi kesekî re nebûye.

Dibe ku bûyereke asayî be, ango tesadufî be, ti niyeteke xirab nebû û nehatibû plankirin.

Asayîşa Tirkiyeyê jî dosyeya wî bi baldarî dişopîne.”

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Îlham Ehmed: Amadekariyên lidarxsitina konferansa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gehiştine qonaxa dawiyê
CPT: Tirkiyeyê 97 caran sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine
Zêdetirî 3,800 kuştî: Mîrata xwînrij a 14 salan a şerê Sûriyeyê ye
Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin