Murad Qereyilan ji radyoya dengê welat re, ku ser bi PKKê ve ye got: "Tirkiye û Rûsya, rêketineke stiratîcî ji bo rawestandina berxwedana Efrînê bi hevre kirine, ji bo vê mebestê bi şandeke hevbeş çûne Îmralî û fişar li Ocelan kirine û ji wî xwestine ku berxwedana Efrînê rawestîne, lê rêber Apo ew yek red kiriye, wan jî sîstema eşkenceyê li Îmralî zêde kirin".
Qereyilan diyar kir, ku ev zanyarî didin xuyakirin ku "Dijmin beramberî berxwedana gelê me tengav bûye, hemû rê û rêbazan bikar tîne, ji bo bikaribe wê berxwedanê bişkîne, di rojên dahatî de jî, emê hin zanyariyên din jî belav bikin".
Navhatî got: "Zanyariyên nû li ser rewşa Ocelan li cem me ne, lê ez naxwazim hemûyan eşkere bikim, ji ber ku pêwîst e rêvebirên tevgera me bi awayekî fermî nivîs û daxuyaniyan li ser wê yekê belav bikin û hemû gelê me agahdar bikin".
Rêberê PKKê Ebdella Ocelan, di 15 Sibata 1999an de, di piroseyeke hewalgirî de, li Kînya hat girtin, piştre bi firokeyeke taybet ji bo Enqera hat veguhestin û ji wê demê ve, di nav girava Îmralî de hatiye zindankirin.