Şaredariya Dêrsimê bi daxûyaniyekê diyar kir ku dê di navbera 21-24ê Tîrmehê de Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bê lidarxistin.
Di daxûyaniya şaredariyê de hat diyarkirin ku festîval wek kevneşopî her sal di roja Pêncşema dawî ya meha Tîrmehê de dihat lidarxistin lê îsal ji ber ku dîroka her sal a ket nava meha Muheremê, hat guhertin. Piştî civînên bi rêxistinên sivîl re dîroka festîvalê wek 21-22-23-24 Tîrmehê hat diyarkirin.
Şaredar Fatîh Mehmet Maçoglu diyar kir ku di meclîsa şaredariyê de li ser lidarxistina festîvalê nîqaşan dikine.
Maçoglu diyar kir ku di vê çarçoveyê de festîval dê were lidarxistin û anî ziman, “Ji ber ku îsal dîroka her carê ya festîvalê ket nava meha Muheremê, me ev mijar vekir, bi rêxistinên sivîl ên demokratîk re nîqaş kir.
Me hem bi Federasyona Komeleyên Dêrsimê (DEDEF) hem jî bi partiyên siyasî re xebatek kir. Piştî xebatê, dîrokên 21-22-23-24 Tîrmehê guncav hatin dîtin.
Em ê di civîna meclîsa xwe ya meha Gulanê de, guhertina di dîroka festîvalê de pêşkêşî meclîsê bikin."